BEHÎNAME

bi 3ê meh zindan û 50 hizar pereyên Sûrî, Derwêş ê Derwêş hate cizakirin

  Birêz Derwêş ê Derwêş Bi çavsorî hate cezakirin!!

   Diho, roja yekşembê 22ê Avdarê, ji ber xebata wî di ber ziman û toreya kurdî de, ji ber xwedîderketina wî li zimanê dayika wî, nivîskar û zimanzanê kurd birêz Derwêş ê Derwêş ji bal dadgeha leşkeriya Qamişlo ve bi 3 meh zindan û 50 hizar pereyên Sûrî hate cezakirin. Ji ber rewşa wî ya tenduristî a taybet, zindankirina wî sivik kirin, daxistin 13 rojan, wan rojên ku berî niha di zindanê de derbas kiribûn.

   Mixabin ku îro rewşenbîr û torevanên Kurd, di sedsala 21an de, ji derveyî hemî prensîpên mafên mirov û yasayên navnetewî, ji ber xwendin û nivîsandina bi zimanê  xwe yê zikmakî têne darizandin û cezakirin. Bi rastî, ev reng-têkiliya dewletan bi gelên xwe re ji bilî Sûriyê û Îranê  li tu dever û welatan nayê dîtin.
Em dixwazin ji berpirsên dewletê re bibêjim: Eger hun di wê gomanê de ne ku bi van biryarên cezakirina çalakvan û rewşenbîran û fermanên qedexekirina zimên, wê zimanê Kurdî ji hoê rabe û gelê Kurd bi hêsanî bê pişaftin, hun gelekî şaş in!!. Gelê Kurd ku bi hizarên sala ye bi zimanê xwe dijî, zimanê dayika di jiyana xwe ya rojane de bikar tîne, ziman , hest û giyanê wî bi hev re hatine hûnan, tucarî ew ji hev nayên veqetandin, ango, ta ku Kurdek li ser axa welatê xwe bijî, dê ala zimanê Kurdî berz û bilind be, dê bi vî zimanê şêrîn bê axaftin, pê xwendin û nivîsandin berdewam be.
   Wê pir baş be, li xêra welatê me Sûriyê be ku karbidestên dewletê zimanê Kurdî serbest bikin, van qeyd û bendan ji ser rakin da ku ew jî li kêleka zimanê Erebî, Siryanî, Ermenî…jiyana xwe ya normal bijî. Herweha em di wê baweriyê de ne ku tu berjewendiya gelê Sûriyê, ne jî ya destelatê di berdewamiya vê siyaseta tund î hişk ya dijî gelê Kurd û zimanê wî heye!!.
Em vê biryara cezakirinê ya derheqê birêz Derwêş ê Derwêş şermezar dikin, ji ber ku cezakirina rewşenbîran, cezakirin çand û ramanê ye, cezakirina mafê nerîn û derbirînê ye!. 

 23.03.2009 Z-2621K

Ismayîl Umer
Axavkerê Fermî Yê Encumena Giştî Ya

Hevbendiya Demokrat Kurd Li Sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…