
Nûşîn Hemê
Ji bo dayikên her sê mihemedan
Hewildanek ji bo derbirêna wan hestên birîndar .
De lorî mihemedino lorî
Lorî
Ezê landika mihemedên xwe bihejînim
Lorî mihemedo lorî
De lorî lorî dayik bi gorê lorî
Ezê buxçika zavatiya mihemedên xwe bixemlînim
Bi rengên aleyê
Bi golên kesk u sur u zer
De lorî mihemedo lorî
Delalê li ber dilê min lorî
Ezê di roja cejinê de
mihemedên xwe bibim serşuye li Mizgefta Qasimo
Ezê bedilê zavatiye mihemedên xwe li ber bikim
u ezê gazê dayikên
ferhadan
hêsênan gêvaran
welîdan bikin
dako em bilîlîni n
de bilîlîn in
serê zavano mihemedino serê zavano

Şîrove (0)