Şahiya Newirozê li Bajarê Dortmundê li Elemaniya

Mîna her Sal û her dem, li her car Parcên Kurdistanê, û li her qûncikeke Cihanê kû Kurd lê di jin, bi şeweyên mezin û coşên Welatparêzê , bi lîlelîlên Bilbila û dilanên şêxanî, û stranên netewî, filklorî, evînî, gelê me yê Mêrxas şahiya xwe ya Netewî pîroz kirin.

Îro li Bajarê Dortmundê go ji aliyê Komîta hevbeş ya partiyên me yê Surî hatibû amedekirin  nêzîkî 3000 Welatparêz ji hemû derên Elemaniya go bi sedan Kilomitir qûtkirin, dakû cejna xwe pîroz bikin, di  serî de gel 5 Deqa di bin surûda Eyî Reqîb li ser canê Şehîdên Kurdistan û Şehîdên 12 Adrare 2004 û Newiroza 20.03.2008 Rawestan her wiha gelek Hunermendên deng xweş ji bi stzranên xwe ev cejn xweştir  kirin, mîna  Gûlîstan Perwer, Zibêr Salih, Ronî Can û Bêrîvan û Diyarî  Zibêr Saklih.
Şahî ji Seet 16.00 dest pê  kir û heta dem dereng yekî şevê man.

Di dawî de her kes bi selametî vegeriya malê xwe.

Y. Sabri Qamişloki

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê «K» Tê Nasîn» a nivîskarê Siûdî Ezîz Mihemed, bi wergera Xoşman Qado, weşand. Ev berhem bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyekê de ku armanc…