Peyva Newrozê

Cemawerê gelê Kurd !

Îsal Newroaza me newrozek taybetî ye , ji ber ku gelê Sûriyê , Kurd , Ereb û hemû kêmnetewên din di heyameke dîrokî , hestewar û di bin sîbera şoreşeke gelêrî ji navîna Avdara sala borî de ji bo mafê çarenûsî ya siyasî dijî û têkoşînê dike , lê cerkî şoreşê destpêkiriye , rêcîm bi hemî alavên xwe asayiş û leşgerî li dijî şoreşa Sûriyê radiweste; ta niha bi 10 hezaran rûniştvanên Sûriyê şehîd bû ne û bi deh hezaran hemwelatî birîndar bû ne, ketine zîndanan  û penaberî dewletên dirawsê bû ne .

Şoreşa Sûriyê naveroka Newrozê derdibire, gelê  me jî ji hezaran salan de ji bo azadiyê û rizgarkirina ji setemkariyê têkoşînê  li dijî hevcidabûna netewan li hemî beşên Kurdistanê dike.
Ev dewletan bi dehên sala ne bi siyasetên cînosaydê  dixwazin netewa me bipişvînin ,  hukumetên serdest çekên qedexe li dijî gelê me Helebce û  li hin bajarên din li Kurdistanê bi karanîne .

Gelê Kurd di dîrokê de herdem ji bo azadiyê û wekheviyê,dadmendiyê   karwanên qurbaniyê dane , lê ewî bi taybetî di Avdarê de pir pakrewan ji bo serbestiya xwe pêşkêşî dîrokê kirine .Lewra meha Avdaarê ji bo Kurdan meheke nemaze ye ; di vê mehê de miletê me pir bêzarî ,êşên giran  û gelek serkewtin jî dîtine .

Eger Avdar ji bo miletê me qurbanî, qehremanî û destpêka sala nû ye , lê destpêkirina şoreşa gelêrî li Sûriyê  di meha Avdarê de , hêşt ku Avdar bibe meha Sûriyan jî.   Tevî ku rêcîma Sûriyê  rojane tawanên xûnrêjî li dijî  miletê xwe dike ,lê dîsan ji navîna Avdarê de gelê Sûriyê bi  berxwadenek pêdarî  destana qehremantiyê di eniya dîroka Sûriyê de afirand .

Tevî ku helwesta navtewî li hember şoreşa Sûriyê qels e , lê em bawer dikin  ku  ev şoreşa  wê berdewam bike, wê armancên xwe bi pêkhûne ,biserkeve û heyameke nûh li Sûriyê ,bi navnîşaneke nûh ,; Azadî û dêmokratî , rûmetî  û wekhevî were terxandin ;rûpela setemkariyê û dîkteturiyê dê  di dîroka me de li Sûriyê nemîne û emê Newrozeke Sûrî li seranserî Sûriyê ava bikin .
Gelê Kurd di Newrozê de herdem li sirûştê cejna xwe dike , lê ji ber ku gelê Sûriyê  di pir bajaran de di rewşeke taybet de dijî , lêdan , kuştin karên rojane ne ,em dixwazin  helwesta xwe ya erênê li hember birayên xwe bidin xuyakirn, lewra jî em dixwazin îsal bi şêwakî din cejna xwe bikin. Ango ; divê miletê me di bajarên xwe de bimînin û ji bo rêzdariya pakrewanên Sûriyê ahengên Newrozê lidarnexînin; em ji we dixwazin ku  ev roj bibe roja xwepêşandanan û di wir de bêjin, rûreşî ji te re rêcîma Sûriyê  û bila tu Hilweşî.
Silav û rêz ji  pakrewanên  şoreşa Sûriyê  re !
Silav û rêz  ji pakrewanê Newrozê û ji hemû cangoriyên azadiyê re !

16.03.2012

Nîvîsgeha parêzwer ya komîta pêkanînê .
Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê .

Werger ji Erebî Dr.Ebdilmecît Şêxo
Bi navê Encûmena Kurdî li Cejna Newrozê
Ji aliyê wergervan de hate Xwendin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...