August 2008

bavé péşeng

ser rêç û deveran
di tarî ya şevan
di hilma bajaran
di bihna sor gulan
ez digerim
nav mij ûdûman de
di pêlê deryan de
bin pelên daran de
xêzê cotkaran de
ez dimeşim

hawar dikim ji dil
xem civîne ser mil
derman nekir ev kul
ne çûk , nejî bilbil
jar ûêşim

farhat_1960@hotmail.com

Mecîd Heso

Salek beriya niha wate li 14.08.2007 an destê reşê teroristan gehişt du Komelgehên sivîl û bêguneh (Gir Ezêr û Sîpa Şêxidir) li qeza Şengalê. Li gorî encamên ne fermî yên ji bal komeleya rewşenbîrên êzidiyan ve ku navenda wê li qeza Şengalê ye hatine belav kirin, ziyanên vê bûyerê bi vî rengî bûn:…

Di şeveke qamişlokî de li ber fenerin melûl û bayê hînik di hewşeke gundikî de li taxa cirnikê û bi mêvandariya mamoste yê lêkolînvan XALIS MISEWER çîvanok û avsanên kurdî di simînareke misyolocî de lev civandin .
Bi amadebûna gurûpek keç û xortên rewşenbîr û çend ji pispor û nivîskar û xwedan rol di…

Abbas-Abbas

Ji wan gundên ku Mamosta Cegerxwîn î nemir, xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe yên xweş û şêrîn, li rojavayê kurdistanê derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan bû!…..
Li oda Mehemmedê Abês, Axayê rewşenperest, her tim Mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û çalekiya xwe ya şoreşgerî, bi ramanên pêşvero ku dij kedxwar û…

Rèwî girpirî

Lo bira derd jiminre bû evîn
Evîn li min bû birîn
Birîn dil dihejîn
Dil dike nalîn
Lo bira ma ev çi jîn
Jînek reş bi kîn
Hîsir ji cava rijîn
dara min hişke nejî şîn
pelè wè tev weşîn
gula min melûle jè nayè bîn
lo bira çarekè ji minre bibîn
*** ***

Rèwîme riya min tev sitrî
Dûrim li ezmanè…

Hoşeng Osê
shengo76@hotmail.com

Kêm, zêde, gelê Tirkiyeyê dizane li welatê wî çi çêdibe. Kêm, zêde, li Tirkiyeyê hinek demokrasî û ragihandin heye, ji te re bûyeran, piştî çend deqeyan, yan jî piştî çend saetan radigihîne. Lê li Sûriyeyê demokrasî “memokrasî”, ragihandin “magihandin” nîn e. Gelê Sûriyeyê, ji ragihandina xelkê, rûdanên li welatê wî çêdibin, bê hay…

Konê Reş

Erê mamoste! derdê kezebê derdekî giran e… Derdê kezebê li te ketiye.. Tu bi jana kezebê birîndare.. Kezeb, erê kezeb.. Yê zane, ji xwe zane û yê nizane baqê nîskaye.. Jana kezebê jî mîna jana ziman û rewşenbîriya kurdî ye… Îro wê janê tu di nav pencên xwe de hêsîr kiriye.. Di…

Di 7ê vê Tebaxê de, Nivîskar û Zimanzaê Kurd Arşek Baravî bû mêvanê bajarê Girkê Legê. Di destpêka şevbûhêrkê de, yek ji rêveberiya Girûpê bi xêrhatina Baravî kir, û hemi beşdaran, û ji beşdaran xwest ku bêhnek bê dengî li ser canê şehîdên Kurdistanê rawestin.Paşê gotina Girûpa Gulana çandî – û Girûpa Girkê Legê hat…

Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

Dipirtikîne stranên
vêketî
û bi eniya xweyî lal
zimanê qîjan dibirre
deriyê min e
ku nema tu kesî
ji pêvî min nas dike

tu kesê xwe
ji omîdan cuda bike*
û bi teq
reqa wî re awazan
li pişta bayê
ku di odê de efinî ye
siwar bike.
Tu kesê bi min re bigirî,
lo sixêfekê bike min.
Tu kesê ku bi min re…

Hisên ehmed
hisen65@hotmail.com

Di vê dema dawî de, hin telefizyonên ereban van filmên turkan yên bê mane diweşînin, xelkên feqîr, belengaz û diltenik jî, ji reva ji jiyana xwe ya dijwar, li van filman temaşe dikin û pê ve tên girêdan, helbet mebesta turkan jî ji van filmên erzan eve:

1-gerra li deverên turkan bi ereban şêrîn…