Şevbûhêrkek li ser Zar û Zimanê Kurdî li Girkê Legê

Di 7ê vê Tebaxê de, Nivîskar û Zimanzaê Kurd Arşek Baravî bû mêvanê bajarê Girkê Legê. Di destpêka şevbûhêrkê de, yek ji rêveberiya Girûpê bi xêrhatina Baravî kir, û hemi beşdaran, û ji beşdaran xwest ku bêhnek bê dengî li ser canê şehîdên Kurdistanê rawestin.
Paşê gotina Girûpa Gulana çandî – û Girûpa Girkê Legê hat xwendin, û di gotinê de diyarkirina ku her dû Girûpa mizgîniya yekîtiyê didin beşdaran. Di pey re, kurte jiyan  û berhemê Nivîskar Arşek Baravî hatin diyarkirin, êdî delîve dan Baravî ku mijara xwe ji beşdaran re bixwêne.
Baravî, berî ku mijara xwe bixwêne, şahî û kêfxweşiya xwe diyarkir ku îro mêvanê Bajarê Girkê Legê ye, pêre jî bi xêr hatina hemi beşdaran kir, û pîroziya yekîtiya her dû giropan jî kir, û hêviya sûdegirtinê ji vê şevbûhêrkê kir, ku wek beşdar û wek wî jî sûdayekê ji guftûgoyê û nerînên beşdaran wergire.

Êdî Baravî mijara xwe xwend, bi zimanekî xurû Kurdî, ku bû wek piroblemkê ji têgihêştinê re, ji aliyê beşdaran ve, ev problem diyar bû, di dema ku gelek pirs ji beşdaran hatin, ku ji Baravî xwestin, wateya çend peyvên kurdî ku biyanbûn li ser guhê beşdaran, êdî Baravî neçar bû ku bi zimanekî herêmî ji wan re wateya gelek peyv û hevokan ji beşdaran re şirove bike.

Di aliyê rêzmanî de jî Baravî bi awakî akadimî, li ser zimanê kurdî rawestiya, hin nêrîn bûn cihê dan û standinê, lewra carcaran, Baravî bi hers û dengbilindî bersiva hin beşdaran dida.

Di dawiya şevbhêrkê de, hemi beşdaran û rêveberiya Girûpê spasiya xwe ji Beravî re pêşkêşkirin, û hêviya serkeftinê jêre kirin di kar û xebata wî yî pîroz de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…