Daxwazek …

Rèwî girpirî

Lo bira derd jiminre bû evîn
Evîn li min bû birîn
Birîn dil dihejîn
Dil dike nalîn
Lo bira ma ev çi jîn
Jînek reş bi kîn
Hîsir ji cava rijîn
dara min hişke nejî şîn
pelè wè tev weşîn
gula min melûle jè nayè bîn
lo bira çarekè ji minre bibîn

*** ***
Rèwîme riya min tev sitrî
Dûrim li ezmanè koçberî
Beyanim ne bi penaberî
Tenème ne bi zindandarî
Lo bira min pè nema karî
Û min jèr nedît tu çarî
*** ***
Ken çû nehat lèva
Dil dikè lave lava
Hîsir tim mîvanè herdû cava
Xweşî ji min direvè bi bez û gava
Ma nebese xweda ser min rake cava
Hin bi hin va ez dimrim lo bira
Canè min ketiye xefk û dava
*** ***
Mirin ji minre bûye daxwaz
Rewşa min taziyû xwas
Tembûra min bè tèl û bè saz
Helbesta min bè tîp û bè kaxez
Lo bira ma kengî ji minre pèk bè daxwaz

** ** **

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…