Teriya Ker

  Abbas-Abbas

Ji wan gundên ku Mamosta Cegerxwîn î nemir, xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe yên xweş û şêrîn, li rojavayê kurdistanê derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan bû!…..

Li oda Mehemmedê Abês, Axayê rewşenperest, her tim Mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û çalekiya xwe ya şoreşgerî, bi ramanên pêşvero ku dij kedxwar û necadperestan bû, di nav helbestan de dida diyarkirin!….
Tora wî  ya herî taybet, ku gelê kurd Mamosta pê dinasîn, ew bû ku her tim ji dîroka kurdên qeherman, mînak di her babetî de ditanîn ser ziman, wilo jî Mamosta wek rexnegeriyekî hişik, dij olperestî û necadperstiya bê semyan dida nasîn!…. Ev jî dikir ku her kes di her kêliyê de, ji gotinên rexnegeriya wî re amadebin û bi dilşadî lê bibin guhdar!…..
Wê rojê, di oda gundê Nisran de, Nemir bê deng bibû, û ne wek tora xwe di axifî!….Lê wilo jî, li tisbiya sed û yek lib, ya di nav tiliyên Sofî Xelefê Hexî de di zîvirî, mabû xar û çavnehêr, çerq çerqa wan bû, libe lib bi lêvên ku bê deng tiştek di gotin, dihatin  berdan .
Hişê Mamosta di vî karê ku baş bi watiya wê de digihişt, mijûl bibû!….Hingî ku bêhneke baş çavên wî bi vî karî ve me nêhêr, bi dengekî bang li Sofî Xelf kir û bêhnekî car dî bê deng bû û ponijî .
Sofî Xelef, mirovekî birûmet û aqilmend, di nav gelê Nisran û li gundên der û dora hatiye nasîn, lê mixabin ku wilo jî perîşan û dirûma wî pir tengezar bû!….. Mamosta Cegerxwîn jî, bi vî tiştî dizanê!…
Sofî Xelef, Li Cegerxwîn nêhêrt û bi dilşadî got:
-Belê… Mele Şêxmûsê delal!….
Sofî Xelef, mirovekî olperest bû, loma jî bi navê Mamosta yên rastî bang lê dikir!….
Mamosta bi kenekî sar re axeftina xwe berdewamkir û got:
-Sofî Xelef, perîşanî ne gunihe û ne şerme…..Ne wilo?…..
Sofî Xelef, serê xwe bi watiya erê hejand û bêdeng û bi madekî tirş serê xwe tewand!…
-Êêêê……Başe….Ji rojhilat ve, ez li tizbiya te temaşe dikim, ti ne westiyayê û ji wan jî heya aniha bê encamî!…
Bi kenekî sivik re, bersiva wî da û got:

-Êêê…..Zikrê navê Xwedê xweşe ….Mela Şêxmûs!….

-Belê Sofiyê delal…..Ez zanim ku xweşe, lê tu nanê bi te û zarokên te nadê!….Ev karekî bêxelate!….

Sofî bi madekî tirş, bersiva vê gotinê da û got:

-Nanê zarokên min, ji tu kesî nehatiyê xwestin!….

Mamosta têgihişt ku pir dûr çû!….Lê wilo jî, ji ya xwe nehat xwar û jibo ramana di serê xwe de pê bidê diyarkirin, gotina xwe berdwamkir û got:

-Belê Sofî Xelef, lê daxwaza min ewe, da ku ti karekî bi semiyan bikê û di bere jî Xwedayê xwe bidê razîkirin!…..

Sofî Xelef, wek hemî peyayên di odê de, lê man çavnêhêr û gudar.

-Pir hesaniyê, ku ji dêlvan tisbiyan ve, gulok rîs û du darkan jibo rîs, bi destê xwe bigirê û tevna çot gorên gerim di vê zivistanê de bidê rîskirin!…..Di bere û li her qilpokekê, car dî navê Xwdayê xwe bibêj!….Hingî, te Xwedayê xwe razî kir û wilo jî te du çot goreyên hêja, jibo zivisatanî dan hûnandin!……Heger tu wan bibê bazara bajarê Tirbespyê, ez di wê baweriyê de ku di bêhnekê de wê bên firotin!….Êdî wilo, pismamê delal, te du çûk bi kevirekî dan kuştin!…..Xwedayê xwe razîkir û zarokên xwe jî bi xelata vê keda han, ji perîşaniyê parastin!…..

Sofî Xelef, bi kenê sivik re, ku li ser lêvan diyar bû, li mirovê di kêleka xwe de zîvirî û bi quretî û bi dengekî bilind, got:

-Hûn dibêjin, ku Mamosta Cegerxwîn dîne!…..

Ji wê rojê û virde, Mamostayê ku dîn bû, navê tisbiyên sed û yeklib,  kir….Dûvên Keran!….

10/02/1996-Aachen

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…