Selametî be Mamoste Rezo Osê

  Konê Reş

  Erê mamoste! derdê kezebê derdekî giran e… Derdê kezebê li te ketiye.. Tu bi jana kezebê birîndare.. Kezeb, erê kezeb.. Yê zane, ji xwe zane û yê nizane baqê nîskaye.. Jana kezebê jî mîna jana ziman û rewşenbîriya kurdî ye… Îro wê janê tu di nav pencên xwe de hêsîr kiriye.. Di navbera te û wê de şer e..
Ji berî 25 salan ve, tu  bi deyax, pêdarî û berxwedane di ber ziman û rewşenbîriya kurdî de.. Di rewşek zor çetîn û dijwar de, Stêra te, asmanê Cizîrê dixemiland.. îro jî Pirs… hem jî bi dehan ji xort û keçan, di korsên te de fêrî zimanê kurdî dibin.. Tu bi tev derfetên xwe, dara zimanê kurdî av didî.. Tu tev zanîna xwe a erebî, alemanî û rûsî bo zimanê dayika xwe terxan û xerc dikî.. Navê te bilind bûye, bûye cihê rêzgirtinê ji tev welatiyan… Û bi serketin, tu bûye yek ji pêşengên rewşenbîriya kurdî di pey şagirtên Hawarê re..
   Erê mamoste! ziman jî, perçak ji kezebyê ye.. Îro ew perçe li ber talana penceşêra bêîman dinal e.. Wê penceşêrê, pencên xwe dirêjî kezeba te kirye, mîna pencên neyaran û talankirina ziman û folklorê kurdî… Tu wek sûrekê ye pêşberî talanên neyaran… Qet me bîr nedibir ku ji hundir ve jî, penceşêrek xedar, pencên xwe dirêjî kezeba te bike… Lê çendî ev penceşêr ehmeq e, çendî xeşîm û nezan e.. Bîr nabe ku, kezeba mamoste Rezo Osê bi kaniya zimanê kurdî tê avdan û tev texlît darên kurdistanê têde hatiye çandin.. Hin ji wan daran dermanê penceşêrê bixwe ne..
De raba mamoste rabe..! Çavê welatiyan li hêviya te ye.. Lî hêviya şîret û pendên te ye.. Penceşêr nikare bi kezeba te, ewa ku te ji ziman û rewşenbîriya kurdî re terxan kiriye..

Selametî be mamoste..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…