Konê Reş
Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de, panelekê di bin manşêta: (Ziman û Heyamê Nasnameyê/ اللغة وعصر الهوية), di pêşangehê de pêşkêş bikim, lê roj hat guhertin roja 14ê Nîsanê.
Kurdistan! Ev gotina mezin, ev xewna şêrîn a ku bi mijandina şîrê dayikê re, zimanê wê bi me re mezin bûye.. Peyv û bêjeyên wê ketine xwîna me de.. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta mistek ji axa wê a azad bûn.. Roja îro pêwîste em li dara zimanê wê xwedî derkevin, wê darê têr av bikin.. Avdana wê bi wiha pêşangên pirtûkan tê avdan û xwstin ..
Wek ku diyare Kurdistan di cîhanê de bi zimanê xelkên xwe, tê naskirin.. Neyarên gelê kurd jî, ev yek naskirine û ji mêj ve şerê zimanê Kurdî kirine: Li Rojavê Kurdistanê; ji salên 1960î ve, rêjîma Sûriyê şerê Zimanê Kurdî kiriye, li Bakurê Kudistanê jî, ji sala 1928an ve Kemalîstan bi rêk û pêk şerê Zimanê Kurdî kirine..
Vê Pêşangeha Pirtûkan ez li panoramaya ziman û rewşenbîriya Kurdistanê vegerandim. Li 15 Gulana 1932an û Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê bi alfabeya latînî vegerandim, di baweriya minde ku ne jê ba, kesên wek Cegerxwîn, Musa Anter, romannivîs Mihemed Uzun, Firat Cewerî, Hoşeng Osê, Helîm Yusiv, Jan Dost, Laleş Qaso, Bûbê Eser, Şahîn Bekir Soreklî, Mehmûd Baksî, Zeynelabdîn Zinar û yên mayî dernediketin.. Berhemên gelekan ji wan hatiye wergerandin bo zimanê Almanî, Ingilîzî û Fransî, em şanaziyê bi wan dikin.. Erê, tevî qedexebûna ziman li bakur û rojavayê Kurdistanê, bi xêra Mîr Celadet û alfabeya wî a latînî ev lehengên peyva kurdî hatin der.. Ku ne ji alfabeya wî ba wê nebana..
Roja îro pirsgirêka mezin ku hêj zimanê me bi du alfabeyan tê nivîsandin.. Du şêwezar ji zimanê me re bûne standerd.. Zimanê me wek ku pêdivîye rûneniştiye.. Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku roja îro, em du şêwezaran û bi du alfabeyan bi kar bînin û herdu celeban wek standard bibînin.. Lê mixabin ji ber rewşa dagîrkeriyê beşekî mezin ji Kurdistaniyan nikarin alfabeya latînî wek ku tê xwestin bikar bînin.. Li başûrî welat, alfabeya Erebî/ farisî bikar tînin, li bakur, rojava û sirgunê bêtir latînî bikar tînin.. Em bi hêvî ne ku di paşerojek nêzîk de herdu şêwezar bi yek elfabeyê bêne nivîsandin û ew alfabe latînî be…
Di vê biwarê de, ez nikarim di ser Mîr Celadet Bedirxan re biqevêzim.. Werin em lê vegerin, bê wî li dor yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî bi yek alfabeyê çi ji me re gotiye:
(Yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.)
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar 10, sala 1932an
Ziman mîna alê ye, pêwîste yek ala me hebe, yek alfabeya zimanê me yê netewî hebe, em tev li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên zimanê xwe his û hestên xwe bînin der û hez hev bikin.. Ziman pira di navbera nifşên kevin û nû de ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, şev lê digere.. şevreşkî dibe û êdî nema kare di ser wê pirê re derbasî civaka welatiyên xwe bibe. Zimanê Kurdî zimanê me ye.. Heta ku hebe, emê hebin.. Ku ew nebe, emê nebin.
Spasiyek gerim ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û rêveberên Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan re li Hewlêrê17/ 2025, pêşkêş dikim û bi hêviya her sal dewlemendtir û xweştir bibe.
Qamişlo 10.4.2025