Çêwîbuna Laş û Welat

 Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk 

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

Ez…. Tû mijî

Piştî hemû derda

Tû dixwazî bi hêviyeke şikastî bar bikî

Wek ku xem hergav li min di Pêçên

Çarçafa jiyanê Seqat ji mêjî kirî

Wek giraneya liser milê min, tû min dirakê

Wek ez Şikastiyê Parçê xwema

Bi xelk û naskeran tijî min qat qat dikî

Tû dixwazê êşê bê derman evabikê

Me tu hezdikê li bedewiya min

Û tû di bê dengiya xem û wêndena minde

Dijî

Tû kiyî, hek ne ez te serbaz nekim

Ez jî bê te bi gêmbunê di hisî

Kaniyê bê av zêwadibin, Av bê kanî nabê

Şaxên dara Evîna me Çarin, û pêncbuna we rêzgariya meya

Kulîlkê marşa Cîhanê mezin dibin

Ava min ji Ava te dirijî

Tirma bi kalîteya xwe

Xeytwana êşa minî

Jitera hemû buna hindêk buna min

girêdeya Çarenûsa minî

Û bi hemû hebuna xwe, ez ji tera hin dikim

Bê Sînor di firî

14,10,2025 Almaniya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…