Helbest u pexşan

Nizar Yosif

Bi tevrabûn ê xwe navdan
Navçe yên sor bûne peyvgeh
Şoreş li welêt herikî
Rûxandin dîwarê tirs ê
Pêlavêtinên gemarê

Ji ser çem ê nixumandî
Ramanên dîl kelbûn
Hêzên helwestên beniyan
Textê zordestan bê pê kirin
Gavên torîn bê lome
Bi coş a yek dengên xwe
Potînreşan liber şîpneyê tavêjin
Reşikên rojê
Hêzên devsor
Çilekên kedî
Har û bê ewle man
Lûleyên…

MUSA ZAXURANİ

Ev ro cejın hat bé şahi u gulPırsek anibu hemi derd u kul Cejna bırindar tevde buye xwinCejn u biranin lı ser wé gırin

Pırs u bersıva lı hevdu nerinEw ji mina mın buye penaberEw maye rusar bé war u deverDılek ne vebu bı vé hatınéKesek jı bo wé gula na çıné Ne ken ne…

Keko Osman

Raperîn raparîn raperîn … Raperîn
Desthilat wek dagirker
Wek dijminê talanker
Kes bi tişkî şa nebû … raperîn

Gund û bajar kelyan
erd û çiya hejiyan
Kes nema pê ranebû … raperîn

Ne bi top û tang û şer
Tenê sînaga xwe da ber
Wek piling û Şêra bû … raperên

Ciwanê bi vîn û tên
Kar û serkêşî lê tên
Keys û derfeta wî bû…

Diyarî bo siyasî û rewşenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin.

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,
Partîzanên kurdewarî ne.

Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho…

Mehmûd Badilî

bi çavekî şil
kulîlkên destê we
li peravê rewanê xwe av didim
û bi dilekî kul

şemalên dengê we
li kolanên xewnxur vêdixim
û bê pişt û mil
bargiraniyên xewnên we
li ser maseya sipîdeyê rêdixim.
va ez li nav we me
û di nav we de
zendên xwe ji we re dikim rê
û ji azadiyê re jehên nû li ser çê dikim.

Yasîn Hisên
Amûdê

Ez Hemza me, hûn min nas dikin?
Hemzayê Pêlewan
Kurê Xwedê û Yezdanan…

Tê bîra we…dema hîna we diranê şîrî derdixistin, min ji kezeba xwe dida we?
Tê bîra we…dema min hêsirên xwe dikirine kom û mîna ziryana di çavên celadan de dipijiqand?

Ez payebilindê şehîda me…
Ez birayê pêxembera me…
Ez perîka bi sînga xwe ve vedikim…
Ez du keviran diavêjim…

Diyarî Ebdulkerîm Şêxo dikim

Şepal Hêvo

1
Perçeyek ji dûyên çixareya te
bi belengaziyê re dibişkivî
Tûrê ramanên te bi jibîrkirinê re dikeniya.
Gava te pesnê xwe ji pûçbûnê re dida
hêsirên te li ser te digriyan
gotinên te yên bidarvebûyî guhên xwe digirtin
û tu bi giranbûnekê dimeşiyayî.

2
Xirecira gavên te şev diporisandin
li rexekî rê,
dareke şikestî terqêna buharê dixwend
û li rexê din,cewrikekî…

Yasîn Hisên
Amûdê

Erê…Erê…Qamişlokê
Qamişloka rengîn…ûzanegîn
Tu beşekî biçûk bû ji mezin ji giyanê min…
Peymanên teres…yeko yeko hatine rêsandin
Da te bikin bûka min î bi tenê…
Tu dizanî ku nisêbîn bi têlên xweyî rêsayê bi ser te digiriya…
Tu dizanî ko hilma evêna Memê ji Dêrikê tê…
Dibe ko me li ber xwe bibe ha…

Amûd…tew…tew Amûdê..
Xuşka Amed û Amediyê…
Mîna mendalekî xwe Mêrdînê…


Dilêrê Kurd

Mîr Celadet Bedirxan
Mîrê min .
Mîrê mîran .
HEY LO MÎRO .
Mîr Celadet Bedirxan .
Roj hilat û ma dilahî .

Mat bê deng bû .
Bê pêjin bû .
Bi hatina te .
Gerdûn lê bû ronahî .
Bû helkeftin .
Bû cejin .
Çar hawîr bû xweşî û şahî .
HEY LO MÎRO .
Hatina te .
Mizgînî bû û mujde bû .
Ji Kurdan…


Emerê Ismaîl

Xortê kurda werne govendê bilez
Qoşmeye îro rikêba xweşbikin.
Zengilê azadî bidestê wey
Yarimê neqşê welat rengîn bikin.

Btevşûyê zinger nikarin cotbikin
Bizendê xorta van tixûba rast bikin.
Kurdino destan bidest werne pêş
Dil ji pola ser rijêmê bixwrin.
Maf û armanca bixwazin bost û bost
Linavarasta vî welatî deng bidin.
Kurd hene û wê hebin jîn ya weye
Vê birîna Kevin bese derman bikin.
Em…