Dergehê Teng…!

 
  Qadir Egîd

Awirên wî, careke dî bi laşê wê ve hilperikîn , li ser sînga wê; qada cengan Sist bûn. Gotinan, careke dî xwe li ser lêvan kuştin.
dema dîmena herikandina laşê  nazik di nav tiliyên wî de xwe li ser hişê wî perixand, Pêlin ji  xemgîniyê xwe girtin ser dilê wî…
 Rondikek windayî da hev, peyalê bêdengiyê di navbera xwe û wê de şikand, perîka zimanê xwe di gola sewdan de dakir û got:
– Ey şaxa dilê min, Ji kengî ve min evîna xew ji te eşkere kiriye?
– Ji mêj ve… Ji rohilata yekem li ser riwê deryan!
–  Tu dizanî  ez ciqas ji te hez dikim, dixwazim ezmanan li ber lingên te raxim, ji ber te pencereyên  çavên min û dergehên  giyanê min ji nû  ve li jiyanê vekirin.                
– Erê …Tu jî  li ser cegerê min serm û aştî bû, û buhara bihna te çîçekên dilê min yên çilmisî geş kirin.

Xwest ku wê di deriya rastiyê; rastiya şemitandina wê di nav destên qirêj de, xewkirina wê bi kesên biyan re werke, lê hewldana wî – ji ber devê wî li ber nedigeriya – li ber lingan çû.
–  Stêra min ê… Hêjaya min ê :
 Tu bû… û ta çavê min bikutkutin li vê jînê, tê bimînî evîna min ya bêhempa. Ew çavên te wê bimînin du kaniyên ji hêviyan… Bîranînên te wê di dilê min de bimînin  gulîstanek ji wêneyan ta ku di şevê zivistanê de min bilorînin, û bê şevpest xew bikim… Lê dilê min yê mîna  beytikekî  serjêkirî di nav destên te de diperpite, û te berê wî  daye dojehê; baskên wî şîn hatine, vêca desmala spî li ba bike û rêdana wî ji girtîgeha dil bide, ta ku bi ezmanê azadiyê  bikeve.

– Dojeha çi….!!!?  Û serjêkirna çi…!? Dilê min hêlînek germ e, bi evîna min  nexişandî ye.
– Lê ew ne cihê min e. Tu xanî nikarin me bi hev re bicivînin, û di tu xewnan de em nema hev dibînin.
– Ka peyvên di hingiv de dakirî, ku te di şevên havînê de di guhê min de dikir pistepist …Simfoniya helbestên ku min ji te re distra û serê te li ser herdû  girên Keçaniya min bû!. Ma tu nizanî ku dilê min ji evîna te di ser re çû ye?
–  Dil ji evîneke pûç di ser re nare, û ew simfoniya gelemşe, te li ser gelek sîngan lorandiye.
– Ma dema ku te şûrê evîna xwe li min kişand, te mîna parçemokê , gerdûn berevajî  didît…??
– Lê belê Ez mîna yê ku riwê xwe bi neynikê ve bileziqîne,  yekcar kor bûm.
Di deriyayeke ji girî werbû û got:

– Tu merovekî dudilî yî, bênêrîn û raman e.
– Ez ê bênêrîn û raman bim, ger ez vê tenaziyê û pêkenînkê berdewam bikim… Tenaziya ku çivîkên dilê min li dor dara te bifirin ,û nikaribin xwe li ser şaxên te deynin; an dilopek av ji sulavê porê te vexwin… Tenaziya ku  dergehên hêviyê min li ser piştê bin û sawîrê  te riya wan şaş bike…Tenaziya ku ez ji te hez bikim û nikaribim te bikim kebanî, malê bi te  bixemlînim. 
Vêca bihêle ku ez vê evînê ji ser laşê xwe rêş bikim…!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…