Helbest u pexşan

Çilroj …çil Mişalên vêketî

 
 
Mizgîn Hesko

  ji bo çilrojiya şehîd ketina Mişal Temo

Çilroj…
û çil melyon Mişalên
vêketî.
çil melyon çinarên

li ber ketî.
çilroj…
û bi melyonan 
xortên protistgêr
            serhildêr
            û şoreşgêr
ji banga te
qet venagerin
   tevde pêt in
              çiran e
              û Mişal in
 
çilroj…
û bi hezaran
Sûriyên dozê
 
darên kevnar e
           paybilind
na livin qet
li ber bager û bahozê
 
tevde…
neviyên buharê ne
piştî Newrozê
 
tevde…
bi yekdengî … ban dikin
em in tîrêjin rojê.
 
 
çilroj…
erê..
 Misalê min
xelkê genimê xwe xistin çewalan
û birin
û em palevanên reben
li nav firazeyên wan
hîn li pey bîna şimamokan
diçin
 û genimê me
îdî tijî kuleh bûye
û  agir bi zad ketiye
û bêrîvan
 tar û mar bûye
lê …..ey Mişalê min î
           şepalî …şêrîn
dîroka te
qet venamirî
xwîna te
     dilop..dilop
     sor …..sor
di damarên me de
 sincirî
 
tu …qet namirî
tu gupgupa dilê Qamişloyî
tu egirî.
 
çilroj…
û tu….
kurê Helapça û Şengal
dilrezîna Wanê
Çiraya çar çira
hêsrên kewan
fîxana bilbilan
cinge cinga şûrê
Rustemê Zal
 
hawara Ciladet
dastana Xanî
dîwana Cezîrî
li ber dilê
Barzaniyê kal.
 
çilroj
û tû.. Mişalê min
her dimînê
xêzên destên min hozanî
Mizgîn megrî…bi kovanî
 
soz û peymana me kanî
Mişal…helbest û ramanî.
 
 
 
14.11.2011 elmanya

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…