Helbest u pexşan

Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê…
Perên pelatînkan
Di paşila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê…
Tevnên bêdengiyê ristibûn…?!

Di nav mijankên pîrka min…Rojeke veşartî…
Û di qermîçonkên rûyên azirandî de
Rêlistanên tî…!

Û çavên hêviyê
Şînok…
Û vemirîbûn.

Hin di rê de
Di himêza dêwê de
Û di pêla mijê de Pelatînkan…
Bişirîna lêvên xwe
Gund û şarên wêran Erxewanên serveqetandî
Û neçar…
Xwe…

Şêrîn Sado. Parîs

Dema siruşt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên şahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulşana
Hest û nestan

Nameyên mawerîBi ser giyanê giyan de
Weşîyan
Jîndar dibûn
Di bexçê dilan de
Kulîlkên çilmisîn
Vedibûn
Ew Asoyên xewnerojan
Ku bi
Reşbûna azariyan
Tarî bibûn
Hêdî hêdî
Ji tariyê
Rizgar dibûn
Lê qedera xapînok
Wekî pirên caran
Bûhar li min kir
Zivistan
Li ber ba…

Klaus Grothe
Wergerandin Ji Elmanî: Tengezar Marînî

Payîz jidil e.
Û dema pel diweşin,
Dil jî dikeve nav xemgîniyek bi êş de.
Hêwan bêdeng e,
Û têperî başûr bibin
Dengbêj, lal, mîna g di gorê de.

Roj reş e,Û perdeya mijên zer
Roj wek dilan.
Şev zû tê:
Êdî hemî hêz şahiyê dikin,
Û hebûn kûr girtî dimîne.
Mirov nerm dibe,
Ew dibîne ku roj diçe dadikeve,
hest bi dawiya…

Brahîm Mehmûd

Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin

Ez destê xwe didime teDaku te himêz bikim
Dilê xwe ji min re veke
Daku welatekî aram ji te re tapo bikim
sînorên wî xweşiya te ye

Ez bi çavê xwe dikivim seqaya çavê te
Daku bibim nişteciyek li ser…

Brahîm Mehmûd

welatê ku xwîna min bike av
min Kewsera wî navê

welatê ku dengê min neke
min zimanê wî navê

welatê ku li min nenêre
min asoya wî navê

welatê ku min dorpêç bikemin mizgîniya wî navê

welatê ku min bi nav neke
min dîroka wî navê

welatê ku min dike koleyê ayina xwe
min xwedayê wî navê

welatê ku roja…


Xemgîn Remo


Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir …
Dar jîna min nû ciwan bû
Şax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir …

Yarê .. çira ya şevtariya
Zivistana reş bi dawî bû
Ey tîna germerojên hêviya …
Mêrg û çîmen yane yên me ne
Eger tu bibî palevana gula…

Brahîm Mehmûd

Jêre dibêje:
Dilê te kevire
Gelo çend kevir li dilê wî ketine?
Çend şev çavsorî wî kirine?

Jêre dibêje:
Loo tu guh nade min
Gelo ew guhdarî li çi dikir?
Çi guh dûrî dil dike?

Jêre dibêje:Te ez har û dînkirim
Çi dil ji terezûyê dixîne?
Mejî li ber çi dimîne?

Jêre dibêje:
Te ez kuştim
Gelo dil enya laşî pêşiye
Ku timî li ber çave?

Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn şêrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo şabe bilîlîn e
Yarê bo te xweş hêlîn e

Sing û berê wê zevîn eÇava veke tu bibîn e
Dilo cano çi birîn e
Yarê werê soz civîn e
Tu bizane xweş mizgîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo rabe bihejîn e
Yarê şox…

Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.

Sal çûn û hatin,xewna min
di bîrdankan de asê ma..
Kesek nema dizane, çi bû.
Ronahî zirav bû, zuha bû
hîna çirûskên tûj hene
Rûyê welatekî şahîk dikin
Asîman..
bi ser te de hate xwarê

Neynik giştî bû,
çavek bi kurtahî dinihêrî
qeremên min li…

Xemgîn Remo

Sibehê tê min bibîne darçinarek
Li xaçerêkên çiya
Di rêya seyrangeha de
Bînvedana rêwiya ….
Sibehê ger tu hat
Tê min bibîne kanî …

Hîva şevînî li rajorê banî
Kezî û biskên min
Hêlîna çûkan
Xatûna evînê
Serdara bûka …
Sibehê ger tu evîndar bî
Di gola vînê de
Sermest û har bî
Melevano tê bighê
Lûlû…