Helbesta Mehmûd Derwîş û wergera wê ya Kurdî

Mahîn Şêxanî
Û ez tenê  me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
 Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. “
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji tirsa wendakirina tiştekî
 Lê her tiştî derbas bu .
Em bê hay mezin bûn
Destûr nedan ku em hêdî hêdî mezin bibin
Nebûn te dikuje..?.
Ez bi hebûna bêhêvîya bêrengî têm kuştin
“Ya ku mîna tunebûnê ye “
NE tirêna min tenê derbas bu
Lê rawestgeh derbas bu.
Û rê xwe li min winda kir
 Rêhevalên min doxmanî li min kirin
Tu tê jibîrkirin mîna ku tu qet tune bu
Mîna çûkekî mirî ji bîr kirin
Mîna dêreke bêkesmayî
Mîna evîneke derbasbûyî ji bîr kirin
 Tu wek gula şevê tê jibîrkirin
 carekê tenê di jiyanê de mirov bazdide bi awayekî zêde
Paş wê sar dibe
 Ber bi her tiştî û her û her
Ji min re bêje ku jibîrkirin li ku tê firotin..?!.
Ez dikarim Taybetmendiyên min ên berê li ku bibînim..?.
Ez çawa li xwe vegerim .
Tiştek kêfa min xweş nake, ez dixwazim bigirim.
 Dibe ku ew ne tiştek be
Ji we re çi dibe bila bibe RîTA
 lê ew dilê min bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…