LÊBORÎN

Burhan Hesso
Bitenê,
tê here nemaya xwe,
ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be
Tu nawestî
Mîna laşekî vala , ji goşt
Ji hestiyan
Ji xwînê
Ji rehan
Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî,
 bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî!
Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse
Qey tu Dîn î ?
Xwe nabîn î ?
Ev çi kîn î ?
Loma wilo bêmirês î
Û bêtîn î !
Ji pêlve ,
Wê Ax ji te bipirse ,
Te çiqas, tirs, li ser balgeha kevir î , li jiyanê û dixewde ,li pey xwe hiştin??
Çend xewnên, nîvkujtî,beravêtî û bodele
Binaxkirin
Mîna serxweşek î, tê Heyvê bikî peyal, di helbestê dakî
Tê ji hevokên xurû serxweş bikevî
Te çima peyala hevokan bi tîpan neşikand ?
Ez Golek e Av im, tu perestgeh , biser ava min nakevin
Ji zelaliya min
Ristikê maçan di ava min de
Avjeniyê dikin
Minê helbestek li ser te binivîsya
Lê diwêt , mîna şîr ji pêsîrên te diherikî
Û tariyê, avjenî di hêviyan de dikir
Maran kirasên xwe di çemê şîrê tede, diguherîn
Û Barçemokan li ser sînga te
Govend digerandin!
Ez lêborînê ji çiyan dixwazin
05.01.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…