Rojekê

 Firyal Hemîd

 

      dê baskên Masiyan çêbibin

Û

         ji Deryaya reş berû bi ya spî ve bifirin

Wê çaxê, 

       dê bakur û başûr 

Cihên xwe bihev biguhezin

Rojekê 

         wê raman bê pênûs bibne nivîs

 Û

       wê hewce tune be tu rajî çenteyan

Rojekê 

      dê kurd bibne dewlet 

Û 

      ji bindestiyê

       berû bi desthilatdariyê ve biçin

Wê çaxê,

        li dewsa xwînê,

                    dê Av ji Damaran birije !

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…