Mecaza tewş

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo
Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê bi jehrî wî jê biqewitîne
û şev ji min re mey û çavên wê meyxan û peyal û dîdarî ye
min heye bêrîkirinek ku ji pêdiviya min pirtir e,
û wê heye ku bertelef bike.
Sêvekê li ser zikê wê nîgar dikim
û li ser pişta wê Nîleke bi xumxum.
Li ser çiva memika çepê efsûneyekê dinivîsim,
û li ser a rastê mêşhingivînekê nîgar dikim.
Û ew gula ku bi hezar xunc û du hezar xweşbêhnî
Çîrok û derwên ku kom kirine bidomahîk nabin
Mecaza bê pesin û nefret û dijûnên wê ji min re dibêje,
wê hembêz dikim,
û destên wê berî hinark û lêvan maç dikim.
Bi hezkirinê wê dikujim, û bi bêguhdayîna xwe wê zindî dikim.
Kes min nas nake lê ez nas dikim çawa zeriyên xwe derman bikim,
Kesnezaniyeke ez dizanim.
Ne qusûrî ye tewş û bêhaviltiya min,
qusûrî ew e ku bang li min bibe û ez bêbersiv bim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…