Di nav Xêzên Bêranînên de…

Yusra Zibêr

 

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran  bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

Xêzên winda dinav pêlan ez bixwînim

Li ser ewran tarîka reş ez hilînim

Bi xum xuma dengê tavan ez birînim

Li bahoza demên bûrî bi meyzînim

Belge namên evîndarîyê bi lerzînim

Li beyaban germa rokê hilweşînim

Sawêran li pêlê derya pireşînim

Belkî şînahiya demê lê biçînim

Bi pêdarî xêzên jînê lê bijîim

Pahozê bi baweşînê dûrbixînim

Pêlê derya bi aramî bi lorînim

Di sîbera xewnên xwe de ez bimînim

Xêzên pênûsa xwe herdem aferînim

Ewr û tavan ji jiyanê dûr bixînim

Hêvî û omîdê winda bi civînim

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mahîn Şêxanî

Çi cigermijîkirin…û heyfe..
Wan rojan çi kîn ji te veşartibûn Waşokanî
Ey şaristaniya bav û kalan
efsûna Cizîrê, ey bajarê bedewî û Lihevkirinê
***
Wê rûmeta te, paqijiya te
Di dilên zalima de agirê dilreşan vêxist.
Ji her alî ve lezkirin..? Ji her geliyê kûr..?.
Ji bo ku tazîtiya xwe veşêrin?. di kirasê te yê spehî de..?.
***
Wan xewna te ya pembe dizîn..
Te…

Dr. Mahmud Abbas

Sîstema federalî ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ku dixwazin ji serweriya navendîparêziya mutleq rizgar bibin û sîstemeke dadperwer ku mafên hemûyan misoger bike, ava bikin, weke daxwazeke bingehîn tê dîtin. Lê, daxuyaniya dawî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, pirseke mezin xiste ser helwesta xwe. Bêyî zelalkirina…

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…