Xizan Şîlan
dayê, rebenê
diwarên avahiyan bi ser min de
hilneweşiyan
tofana muhendis û mutehidên diz
sekbav, bêwijdan
bêdilovan, bextreş
harbûyî, çavbirçi û heramzadebi ser laş û giyanê min yê sefîl de
hilweşiya
kefenekî reş
li cendekê min
yê bêguneh û bêçare
hate pêçandin
darbestan şerm kirin
dêleguran
ez bi saxî xistim
tirba bêxwedî, bênavnîşan
û bi axa sor hatim
nixumandin
ez
naleta serdeman li kujeran
dibarînim
kesek qêrîn,êş
nalîn û hawara min
nabihîze
di bin…
Emel Hesen
Bi dilekî mirî û
Hestekî perîşanî û
Şoreşkî mal weranî
Mîna ewrekî reş tarî
Ev Helbest jibo te diyarî
Welatê Min
Raste îro em ji te dûrin
Penaber û derbiderin
Bawer bike Efrîna min
Gulbuhara evîna min
Axa Pîroz em li te digerin
Welatê Min
Hiş û raman li cem te ye
Çavên girî li ser te ne
Tu axîna dilê mirî
Tu nalîna canê sêwî
Ti dimîne jîn…
Konê Reş
Ez nebawer im ku malbat wek malbata Mîrê Cizîra Botan Mîr BEDIRXAN, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê…
Lazgîn Dêrûnî
Dilketim bejna
Zirav
Tor kirim
Sihra di çav
Rû girover
Wek hetav
Bisk li hestêm
Bûne dav
Aşiqê çavê
Reş im
Ber dîdarê
Serxweş im
Her li rex wê
Dilgeş im
Bextiyar û
Kêfxweş im
Bo evînê
Perwer im
Ez bi Eşqê
Bawer im
Ser wê Olê
Ez herim
Razî û
Misoger im
Dûrî yarê
Bê dil im
Wê nebînim
Dil kul im
Ez ji bo wê
Bilbil im
Hisreta çavê
Kil im
Konê Reş
Ezbenî! Berî 30 salî, yekemîn dîwana min a helbestên zarokan bi navê (Sîpan û Jînê), hatiye çap kirin. Bi min xweş e vê helbesta bi navê (Şagirtê Dibistan), ya ku cara yekê di kovara (Gurzek Gul), hejmara 1/ 1989an belav bûye, cara dudoyan di kovara (Dîrasat Îştîrakiyê), jimara taybet bi rewşenbîriya Kurdî, sala 1990î…
Mahîn Şêxanî
Çima her tim.. rûknasa dilê min
diherike li hemberî te tenê,
Ji ber ku tu bakurî.. …?!!!.
ez nizanim
Çima hemû rêyên min
digihêjin hev û ber
bi riyeke ku tenê
digihîje te digihêjin hev ..?!!!.
û çima qederê te di rêya min
de çandî. ..!!!?. ez nizanim
Çima gemiya min tenê
li ber delavên…
Helbestvan:Elaedîn Mewle
Wergrandin:Bavê Zozanê
Li bazara Şînkayi yê
Qirş û giyayê hişk
Ji têr a kerê grdûnê yê eware ketin
Li bazara Terziyan
Pakrewan tazî di heriyê de hiştin
Li bazara Şoreşê
Bazirgan wek tirokerakan rêzkirîne
Heryek dora xwe dizanê
Li bazara Fêkî
Rokêtekê ,qûtî yan jî sindoqên bacan û sêfan..
Baqên bexdonisê û( barvan ) xwar
Li bazara Hozanvanan
Em şaş û matmayî man
Ku hinek bi…
Ebdilmecît Şêxo
Ez pir li te digerîm
Li bin dara hecîrê
Li bin dara gêlazê
Li bin dara tuyê
Lê bêhna destên te
Ne hate min.
Ez li ber kenara çema
Efrînê
Li bin siya dara sicê
Li ser lotka gira Endarê
Di nav kevneşopên kelha Horî de
Li te digerîm
Lê bêhna eniya te
Ne hate min.
Ez di nav lêvên Hêvê de
Li ser sîngê…
Ezîz Xemcivîn
Çi bawerî ye, seydayê baweriyê!
Ji mêj ve ew xak guhdêra himhima çekê te ye..
Nerîneke seyr e,
bi hetava azadiyê re dipeyive!
Demjimêreke bîrhatin e,
neşêt demê birawestîne!
Şal û şapikê evîna te lêvên çiya dixemilînin..Dilsozê Kurdîniyê, aferîn..
Dengê tifinga te huner e,
çavdêriya te bê hember e,
navê te ji Pêşmergeyên te re çeper e..
Ber û lat bi…
Xizan Şîlan
ez
rêwiyê rêya çolistanên
bêveger im
serkêşê karwanê kûrahiya ramanên
feylezofan im
li nav kelem û striyên hişkebeyaran
li heqîqeta nependî
digerim
bi rîsê neynokên giyanê xwe
tevna zanistî û fazîletê
dihûnim
çirûskên hêviya pêşerojê
di hembêza berbangên rûken de
vedişêrim
erd di bin gavên min yên sist de
westiya
ez
bi dengê xumxuma çemên bi coş
stranên şahiya evîndaran
dilorînim
li ser parsûyên qefesa werîmî
nexşeya welatê qedîm
dineqşînim
ji parzûna serdemên genî
aramî û bextewariyê
dipalînim
tovên xweşbînî…