
Seîd yûsif
Ev roj destana mêra ye
Efrîn meydana şêra ye
Pişta te deşt û çiya ye
Pişta te çayê Kurda ye
Dijminê te ne yasa ye
Dagirkere ne rewa ye
Li vê dinê em sêwîn e
Ser xaka xwe em rêwîn e
Bi dayik û xwedî war in
Ser erda xwe em bê par in
Ev dema kesê binamûs e
Mafê Kurda çarenûs e
Dijminê me olperest e
Ti car nabe xwedî bext e
Mebesta wî Kurd perçe be
Nebe yek l’ riwê zemîn ê
Ka bedirxan û şêx seîd
Kanî Şêx Mehmûdê Hefîd
Ka Qazî û Şêxê Nayrî
Seyid Riza, Ihsan Nûrî
Ka ew Barzaniyê nemir
Pêxembere, pêt û agir
Dijminê te pirr xedare
Weke ma’re tim bi jehre
Ger nebin yek bo doza xwe
Qet nabînin serxwebûne
Hêlbe Efrîn bik raperîn
Hêlbe tenê, jînê vejîn







Şîrove (0)