Helbest u pexşan

Dil dişewitî wêranbû Maraş Gurgum

Gurkan Elhac

Gurgum Gurgumê Mereş
Deh xuşkan re mal û hewş
Bûmelerza meha reş
Anîn xwarê beş bi beş
….
Veceniqandin ji xew
Em kilandin weke dew
Bi lez hewar û lewlew
Me rizgarkir can û leş
….
Xuristê xurt gerand aş
Hêrandin kevir û laş
Girî wêran ma li paş
Qêrîn feryad gihan erş
….
Ji bîr çûn mal û mewdan
Ma derdê can û giyan
Çi maldar û çi xizan
Li hêviya rojek geş
…
Gel ji tirsa ma li der
Berf û baran hat li ser
Ba qerisî seranser
Kolan bûn bi kon û merş
….
Nalîn ji bin wêranê
Bendî tîmê vedanê
Semsûr(Adiyamanê)
Ban ser hevdû bûne ferş
…
Felek da me tûje derb
Em belabûn şerq û xerb
Di dilan de kul û kerb
Ne diyar e çi bê rewş
…
Hatayê Osmaniyê
Nûrdaxê Islahiyê
Pazarciqê Elbistan
Xopan bûn nav ax û gerş
…..
Dîlok Reha Xarpêtê
Edenê Amed Meletê
Dilê min kirin pêtê
Gund ketin ser gov û terş
….
Cindrês Kilis Efrînê
Herikîn çemê xwînê
Dunya bo me ket şînê
Me poşa sipî û reş
…
Hilweşîn koz û hêlîn
Perçiqîn text û nivîn
Valabûn kunc û kulîn
Bi erdê ve bûne tefş
…
Zar û zêç man bê xwedî
Mal talan bûn bê fedî
Sosreta kesî nedî
Mirov bûn dîn û serxweş
…
Mehşer e ne mehşer e
Xweza me re ket şer e
Çav li derî pencer e
Xan dikevin qad bi qelş
…
Xirbe mirov daqurtin
Mal û mulk pirte pirt in
Can bin de firtefirt in
Hindik nav de bûne kifş
….
Rijiyan zêr û para
Bûn mihvanê çadira
Ser êşa me tacira
Kirin şer û bi gengeş
…
Karesat e karesat
Nahilê ilm û luxat
Bûye nûçe her civat
Li cîhanê bûye gelş
….
Hinav agir diçirin
Mirî cem hev bi birr in
Wek derbika li vir in
Bendî çal û kêl û refş
…
Nih hezar li Sûriyê
Çil û penc li Turkiyé
Şehîdên erdhejiyê
Serê miletê me xweş
…
Anqara 4.03.2023
Gurgan Evde Evdela

https://www.facebook.com/Gurgan.Evde/posts/pfbid0jNphZYfTWAn42ZQgFd1SQT8iTzrthehdiJ5jnBgfC8AWpboB4nfAKse7ZHT8n6Fl

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…