Helbest u pexşan

QAMIŞLO


Ismaîl Ibrahîm
 
Çûm bajarê evînê  
yera mi liwir xwîyebû
Çev reş û bejin zirav  
Ew keçikek kurdabû
Ser bilind û ser firaz 
serê xwe liwir hildabû
Naçê jibîr û bala min  
kember libejnê berdabû
Ez çûme sing û bere  
Biziman bersivdabû
Ezim binavê Kurdistan  
Serê min tim hildabû
Fîstan li bejn û balê  
Bi rengê alê berdabû
Nadim te sing û bere   
Bê ziman ti windabû
Wer zimanê evînê   
Bi helbestê ew xwîyebû
Kesê nizanbê biziman  
Ji evînîyê ew windabû
Ezim qamişloka ser bilind  
Licîhanê mi dengdabû
Warê şêxo û cegerxwîn  
Navê min pê xwîyebû
Bihiner û helbestê  
Deng licîhanê belabû
Ezim bajarê evînê  
Qamişloka kurdabû

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…