bavê helbest
Pakrewan lata hebûnî dişkên li ser zor û sitem
Xwîn û canda daxwiyakir pakrewanî jiyane
Ho ….. pakrewan xwina we ya zelal di dilê bêstûn û bêxêr re diherikin, buharan li dilê şikestî şîn dike, awirên hêviya li riya pêkanînî nêzîk dike, jînek nû li qamişlo kat dide , dîroka me bi we Zengin, bi xwîna…
Şevger
Ji jiyanê dil sar dibim
Sûd û mefa min jê nema
Pêrîşan u ez kal dibim
Emrêm bûrî tişt tê nema..
Hespê min nema dibezê
Dem xiraba min hêz nema
Derdê xerîbîyê zorre
Min mefa ji vî emrê nema ..
Hêdî hêdî bê xêr dibim
Bûhayê peyva min nema
Ez li jor bûm ber jêr dibim
çi zemana ev çi deme..
Ma pişta xwe kî girêdim
Bext…
Ahîn Zozanî
Di bîranîna salvegera pakrewan Ezîza Yezîdî de
Te daristana giyanê min, bi agirê xatirxwestina xwe şewitand.Bi çûna te, stûna malê hate xwar û sîbera dayika min bi tîrêjên xemgîniya sêwiyan riziya. Nalîna çivîkên azadiyê dil û cerg dawerivandin.
Dayika ko bi destên xwe berbiskên buharê ji ser dêman dan alî û bi keska Şex…
Demhat Dêrikî
Diyarî bo Şivan Ebdî:Dema hest di agirê tenûrê de tên şewtandin û evîn di bê çaretiyê de berê xwe didê goristana
Berî tu min ji xwe re bibe ûDilê min di davika xwe de bi hezar girêkan girêbidêLi vî bajarî ez şahê aramiyê bûm,Kolanên vî bajarî bi kenê min gulveker bûn.Çemê xabûr ez li pêlên…
Dildarê Aştî
Ji nîhadê xwe rû dikim peyalê
ger dereng ket zanim tu barbiwêre
Çi hêjaye bi rêkim babetî te
yan diyarkim te bi xwe ji peyvê re
Bûye çend roj li nav hizr û sawêran
behreyê dicivînim ji firê re
Li esmanê xewna te biniyazim
di vê baskan li ba ke dil newêre
Bi tirse ji pesindana doza…
Salar Temer
Xortekî qîr kir li van Zozana ..bi dengekî Bilind û goooooot …
Ez im Seydayê Ciwan
Kurdekî Serhişkî pir Giran
Xwînê dirêjim pir arzanEz dixwaz im niştiman
Serma û Birçîtî dibînim
Zilm û Zorî dixwînim
Lê… çav girtîye û Dev Kurmîye
Hinav û Dil tev bûne Xwîn û Birîn
Bi şev û Roj dikime Qîr û Nalîn
Rabe Kalo.. rabe Xuşkê.. rabin…
Beşîr melle
Newroza îsal di dil de şaxê xwe vedan e
Belê arê te her tumî kewa keseran e
Xtîra te yî tumî li bala mezlûman e
Goriya te cejnê ji cane sê Mihemedan e
Arê te newrozê pîroze can vedijîne
Şewqa te diyare û evîna te şêrîn e
Doza we çi xweşik e weke baxê gulan e
Newroza vê…
Hilbîn Muhemed Bakir
Yê bijvane!Li hemî evrazî nişêvanPayîza temenê minLi benda roja qermokXew giran e!
Hem ji te dîr dikevinTo ji hemiyan dîr dikevêTenê…..ezJi te hez dikim
Di wexerkirina şevê deSoreteka pîrozLi pêş çavên xwe dirêsimTe nîgar dikimJi kevin wereXewnên negehiştêLi pişt xwe dihêlin riwêtSerê xwe danin bi latekê tozgeviskî deSax, mirîSerîk hil dibinTenê…..ezVeşartî meJi te hez dikimDi…
XEMGÎN Ê REMO
Sînga te welatekî efsane ye
Û memikên te
Du rêyên serekî ne
Rojhilat û roava
Bakur û başûr
Bi hev ve dighînin …
Rûyê te
Jêmayên dîrokeke pînekirî
Diyar dike
Û helbesteke ciwan
Bi xunavê nivîsandî
Li ser pelê şenge-gulên
Sibehan
Di çavên tede ez dixwînim …
Û rê hemî
Li ber min girtîne
Ezê çawa xwe bi kenarê
Lêvên te ve bighînim ..?
Ey cana can-vejîn
Min…
Qadir Egîd
Ewrên ku bi dehên rojan asîmanê dilên me nixuman dine, îroj hindekî xew dane alî. Lê ewrin dî ji hastên me yên rojên buhurî qeşatir xwe li jor dabûn hev, ji mêja sibehê de xew li odeya mêvanan ya esîman raxistibûn.
Germbûna di nav livîna de mirov ji rê dibe, çavên mirov mîna çavên dildarekî…