Giyan jiyane


Azer Osî
 
(vê helbestê diyarî yê bi giyan lîst ez dikim)
Bêyî ku bêje
bi xwe tê,
bi zimanê kurmanciya kurdan teva tê
û mîna balindeyekî,
carê, li derekê,
bi war dibe, û bi bayê oxireke nû ji oxirên hêviyan

bi xwe diçê.
Nizanim jê, te çi dixwest..
û di her qonexê de,
te jiyan, lê tengav dikir
û te pelên salê bêyî dermanên êşa kurdan tev dihişt.
Dibê ku, tû nizanbe,
bê ew, vê jînê serwext dikê
û bayê jiyanê pê re tê
û ji xwîna xwe, jana dilan
tev pak dikê
………………
Xwezî tû wekî xwe, her dem bima
û te ew jî wekî wî,wekî Xweda da,
bihişta
wê demê, her çax
tê jî
di xeyalê wîyî xweş deba
wê cihê te di nava ferhenga her fêrmiskên 
wî deba
lê wisa te, deryaya wî ziwa dikir
û te dilê wî,  yan dilê siruştê
ji xwe dihişt
ta… te  sitrana ( Can te çi ji min kir )
bêyî wî, li ber bayê reş dihişt,
û te nedihişt ku
xewnên nerm ji  şevên wî re bibin yar.
tû çi  dixwaze?
çima tû vê jînê ser û binî hev dike
û tû dîsa bextê kurd,
diyarî dizên taristanan tev dike!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…