Brahîm Mehmûd
Dar çiquliyek avête min
Gote min:
Sîbera min demûşiye
Xwe ji min dûr bixe
Rêkê xwe li min tengkir
Gote min:
Xwe bide alî
Dûmahiya min poşmaniye
Kevir berik avête minGote min:
Ez kevirê bumbekirî me
Dûr here
Kaniyiê firek av avête min
Gote min:
Ava min ava jibîrkirinê ye
Bi lez ji vir here
***
Belê
Belê ji we hemiyan re
***
Belê darê
Lê çiquliyê te
Darbesta min e
Belê …
Alan Hemo
I
Bûye mîtolojiya jiyana min
Ne jê bawer dikim
Ne dihêlim kes li derewê biqelibîne
Li pişt tiştan maye
Ne dibe tişt
Û nedihêle tişt azad bin
Wilo wekî her roj
Bi eynî wateyê xwe vedigerîne
Niza’m tu çawa xwe vedijînî
Te av nadim, -ji zû ve min mey nenoşiye
Û min axa li dora te mist nedaye
Yeqîn rehên te di hestiyên min de bişkivîne
De…
Brahîm Mehmûd
Gul verşiya
Dar keniya
Ba xwe lê gerand
Gul çilmisî
Dar melisî
Ba jî nawirand
Gul divebûDar bi xwebû
Ba ji xwe re bijand
Gul ketiye can
Dar bû stran
Ba xwe jêr hejand
Min da ziman
Van dîmenan
dil bi wan meyand
Ehmed Tahir
Çi jiyana pîs û gemar
Pîsê milet li me siwar
Me qet nekir qîr û hewar
Ne sinc hene,ne jî wijdan
Ne ol hene,ne jî îman
Pîs bûne bi zar û ziman
Mêrge ji bo gur û keftar
Bûne tajî li cem neyar
Îro welat maye beyarRistin ser me dek û pilan
Xewna me bû ba û lêlan
Di vê rewşê hêvî neman
Her wê…
Birahîm Mehmûd
Ez nesaxim
Derbasî be
Ez bi kulim ez bi derdim
Derbasî be
Ez bê dengim
Derbasî be
Ez bi dîrokek bi sêdarkirî me
Derbasî be
Ez neqşeyek bi sêdarkirî me
Derbasî be
Ez geleyek bi nav kuştî me
Derbasî be
Ez mirî me mirî
Derbasî be
????!!!!
Derba sîîîîî beeee!!!!
Şêrîn Saado – Paris
Wekî dawiya şevê
Li kenarên berbangê
Dema heyv û sitêr
Ji azmanan bar dikin
Belav dibin
Wilo
Hinasên min
Di girandbûna
Hûrdemên xapînok de
Diçikin bê can dibin
Ew sawîrên li bedena
Jiyaneke nûhatî de
Hatibûn nîgarkirin
Di tariya hestên şikestî de
Bê reng û eles diman..
Wekî bilbilekî brîndar
Awazên sibehan
Bi vedenga êşên xwe re
Di nuhurîne
Ez im
Li çola evîneke bê cihir
Tovên hêviyên bê…
Firyal Hemîd
Libek e Gênimli Zeviyekêhate çandin
Piştî bûrîna zivistan û beharê,
Tîna Horê simbilên serdandî radestî patozê kirin
li Êş bû ard Ûbi kulmek e avîbû hevîr di zikê tenûra germ de girka pêşîbiser komerê de hate xwarÛbû para bizna pîra zero
Yê li pişta tenûrê bû Nan ÛXwe kire firavîna maldaran Hilma Nên bû para hejaran 22.2.2024
Şêrîn Saado
Di mihraba dîdariya
Herdû çavan
Şevnem
Li ser biskên firiştiyan
Di meyan
Dema heyamên buhiştî
Wekî baraneke hûrZeviyên giyan
Avdidan
Li paş tarîbûna çeşiman
Dergehê cîhaneke dî heye
Tu dibê buhişt bi xwe ye
Xuncên hêvîyan
Li dara jiyanê her di bişkivin
Cobar û gulnaz bi rokê re
Di girnrjin
Tev de yarin
Demsal têde tim buharin …
Di afsûnan çavan de
Berze dibim
Mîna çivîkeke biçûk
Ji hêlîna xwe winda ye
Di himbêza…
Ehmed Tahir
Ji min ne tirs e
Li min bipirs e
Xwîna me yek e
Yek rê û ders e
Dilê xwe vek e
Jin min şerm nek e
Kulê xwe bêj eTu li min fek e
Dûrî min neb e
Bi hev re teb e
Derdê me yek e
Neha û sib e
Çîrok dirêj e
Bi kurtî bêj e
Çi li cem te ye
Dil ne birêj e
Dev…
Xemgîn Remo
Ez bangî te dikim
Û banga min li ber ba berbaye ..!
Tu jî dibêje :
–banga ji dev tenê awaze
Û ya ji dil
Bi vedeng û daxwaze …!!
–lê ku banga min
Bû fîxana bilbil
Û demên te ne bûn sorgul ?
–hingê evîndarek ji me sixte ye !
Yan tîra ji kevanê te hildipeke…