Perî


Alan Hemo

III

Ku qala te tê kirin
Nizanim çima ji xwe re dibêjim:
Gereke ez li dor xwe binêrim
Herî tirs ji bîra min çû ye
Mejiyê min kar nake ku bitirsim
Tirs karê mejîye!

Dilê min kar hemû ji destgirtiye
Wekî hemû xelkên welatê me
Karê aqil spartine dil
Periyê tiştê ku ez baş dizanim
Ger aqil taca zêrîn be
Ji xwe dil mirtalê laşê xemgîn e
Tenê min dixwest vê bibêjim Periyê
Vê carê jî xwe pêş min neke
Ev gotin jî wekî yê berê, vala ne
Ji xwe re neke xem .

IV

Canê gotinên tên bîra min, dilê min diqelêşin bi kêreke hepo
Ji xwe ne gotinê te ne, lê yên wê li ser min û te bêne gotin
Serê min bi wan naêşe, lê dilê min gelkî
Wekî gabelka
Dema te ez xwarim
Min bi çuqliyê darê ve nedaleqîn
Giyanê min li ber laşê min dikeve
Ew laşê ku dixwest
Ji te re spehî be
Û êşên te hilgirtin
Laş şûnmayê giyane.
Behreyizdiyeke şînbere.
Ka ez dev û qirka xwe bi van gotinan tal û zuha nekim
Tiştên te, yê xweş li ba min pirtirin
Ax kenê te yê fediyok…
Tu dizanî min bi van bîranînan kêf kirye Canê.

V

Periyê derwên ku te li min kirin, ji tevan bawerim
Li pêş van qas dergehên girtî derew kilîtin
Li himber wan dergehan derew wekî hestên azadiyê ne
Bê çaretîye Canê.
Li kolanên me xelek teng e
Û li dûv xelekê xeleke
Çav panin li dûv me Periyê
De îcarê ev jiyana dûr û dirêj, wê çawa bê azadî derbas bibe keçê
Ma em ê çend carî bijîn
Li van kolanan derew qelenê azadiyê ne
Te xwelî bi serê min kirê
De ka çawa ez ê devê xwe şêrîn bikim û bêjim:
Şeva çûyî Perîcanê di ber min de raza
Ta xeyalên min li pêş min mukur nayên.
Ji derwên mezin divê em bawer bikin
Gelek derewên mezin hene, bûne bawerî
Ya pêşî evîne, bîranîn, û ya dawî Xwedê
Gelek mejî û hest bi wan divên
Digotin: derew sêwîne
Wan nizanî bû, ku em bêyî derewan sêwîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…