Helbest u Vidyo

DIL KELKILÎ

 


Ehmed Tahir

Li ber çava,li her derî
Di eşqa yarê,min xwe dî
Pir xuya ye yar ji sedî
Bi tosina ji xwe fedî
Pir xweşikin lêv û zenî
Şewqê veda dema kenî
Min got tiwî naz rewşenî
Got belê raste ezbenî

 

Di evînê dil kelkilî
Dema yarê hat vî milî
Çav û lêvan kirin gilî
Ling ji kêfa zû terpilî
Bi hatinê rewş xemilî
Pir sipî ne dest û tilî
Li bejnê tê şal mûsilî
Wê ez xistim çi agirî
Pêtek agir xist vî dilî
Qet xew nîne di vî çilî
Ew şêrîna lêv kakilî
Bejna zirav ditemtilî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…