Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
Di xewa şêrîn de razayî bî pirpirîka xewnan ramûsanek
li ser eniya wê neqişand, û çend peyvên zelal pêre.
Bi kêf hişyar dibe, tiliyên xwe bi lêvan ve tîne û ramûsanên serxweş jêre dişîne.
Pirpirîk çengan li hev dixe û nîşan dide kû ew li pey firdana wê biçe.
Diçe, diçe, û çi dibîne!? Çavên wê…
Arşevê Oskan
Şoreşa Sûriyê û kurdên Rojava:
Ji roja ku şoreşê li Sûriyê dest pê kiriye, em kurd li doza xwe û li karê ku em divê bikin şaş mane. Sedemên vê yekê jî ku rojek wek îro di serê me re derbas nebûbû. Dema ku civîna oposisyonê li Istenbolê civiya gelek kesan ji me gotin;…
Demhat Dêrikî
demhatderiki@hotmail.com
Kongreya Nîştimanî ya Kurdên Rojava piştî çendî caran hate paşve avêtin, li dar ket û bi dawî bû. Gelo Kongreyê bi serkeftin û encamên baş kar û xebatên xwe bi dawî kir? Her tişt (Amedekarî, plan, bername..) bi rêk û pêk bûn? Kêmasî û şaşitî nebûn, piştguhkirin nebû? Bê guman hebûn û…
Konê Reş Kî Ye; nivîskar û helbestvanekî Kurd e.. Navê wî Selmanê Osmanê Avdo ye. Sala 1953 an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo çêbûye..
Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye.. Ji mêj ve hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye.. Û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên…
Xebat Şakir
Revenda Kurdên Rojava di 28-29.02.2012 an de li paytexta başûrê Kurdistan li ser xwesteka serokê herema başûrê Kurdistan li hev civiya. Ev civîn bu cihê rexne û gengeşiyeke mezin di nav kurdên rojava de.
Di serî de ez dixwazim vê bêjim: ger du Kurd li hev bicivîn, bi taybetî di vê dema nazik de…
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Em dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis- lênîn û ramanên pêşverû bin pê diikir û ewanan dikir rajeya aboriya siyaseta dewleta xwe .
Destlata Sovyetistanê hevpeymana dostaniyê di sala 1972 an de bi rêcîma…
Mizgîn Hesko
Hîn ew dayikBermayên kezyên xweDiçêreDa ku rengê kendi hinarkên mendalên xwe debidomîne.
Hîn di şev zivistanan deBi çîrok û çîvanokên mêweyanTama sêvaLi ser zimanê sêwiyên xweDi,afirîne.
Hîn pişta wan bi şîrtên Xanîdaxdidîû ramanên wandi tenûra çandê dedikewitîne
hîn ji nifiştên paşla xweayetên Cezîrî
her roj
bîst û çar
nimêj dixwîne.
Hîn wanDi dergûşa dastanan deDilorîne.
Hîn terîşên miradêBi destê wan veGirêdidîÛ ji…
Heyder Omer
Her kesê bala xwe bide şoreşa gelên Sûriyê, ji pêşî de û birêveçûna wê heya îro, dê bigihîna wê baweriyê, ku eger rewşa sûriyê ji bo wê ne amade û alîkar ba, dê bi vî awayî gur nebûba.
Pêncî salên destlatdariya yek partiyê, û wê jî xist destên yek malbatê, û qedexekirina hemî cûreyên…
Behmend xano
Gurên dev bi xwîn hatine ji dûr
Xwedanê ramanek pûç u çavkor
Li Ser xaka me cih danîne bi zor
Li me nêrîn bi çavê neyarên sor
êskencî u zindan bu karê hercar
Bi gezgeza nav me ketin bi harî
goştên laşê me di xwarin bi xavî
xwîna me tim di miştin bi arzanî
keda me tim di xwarin bi hişkerî
hewar ji va dijminê bê hiş u serî
wêran…
Arşevê Oskan
Şoreşa gelê Sûriyê çawa û çima dest pê kir?
Piştî belavkirina nûçe û guhertinên şoreşa li Tunis û Misr û Lîbiyayê, gelê sûrî li mafên jiyanê hişiyar bû û hêz û wêrekiyek da kolana sûrî. Rêjîma ku çil salî hemû mafên jiyanê ji gel dizîbûn, êdî nema hate veşartin.. çirûska yekemîn ya şoreşa ku…