welateme

Kuştara Qamişlo, dîsa birakujî li bîra min anî… Kuştina Kurd bi destê Kurd şerm û fihêt e…Rajeya (xizmet) neyaran dike…
Kuştina her sê xortên Kurd li Qamişlo bi destê şevengên Kurdan şermezar dikim…

Diramînim,
çima helbest nayê?
Çima dîlana min
bi awazên were nayê?
Şahî bi rijandina xwînê re dernayê?

Hawar ji ber wêrekiya fîşeka te,
li newalên ker daqûl nayê!

Dipirsim û pirs…

Konê Reş

Rêwiyo! Salê barkir û xwe nû nekir, em jî li ser negiryan.. Eger sal li ser xwe girya be, ji mafê wê ye, ji ber ku dawiya her tiştî tal e.. Erê Rêwiyo, salê barkir û rêka te dirêj e.. Tu di nav salan de çûyî, êdî nema tu dikarî wek berê,…

Qado Şêrîn

Komkujiya do li Qamişlo cih girt wijdanê mirovê kurd keritand. Sê ciwanên kurd, ji çalakvanên şoreşa Sûriyê, sê birayên hev ji malbatek welatperwer bi destê ‘’ Koma Parastina Nirxên Gel’’ a bi ser Pyd(Pkk) ve ro li nîvro û li pêş çavên hêzên ewlekariya rêjîmê, hatin kuştin. Ajansa Firat ev yek piştrast kir…

Dr. Zara Salih

Heger em lêvegerekê li ser rewşa dîroka siyasî û civakî ya gelê kurd çêbikin, wê gelek diyardeyên balkêş xwe bînin ziman ku mirov matmay dimîne. Loma gelek pirs xwe tênin ziman ku em weke kurd, netewek cuda lêkolînê bikin bo vê bingeha saykolojî ku em bêtir dinav xwe de dibînin!!
Yek ji wan…

Aso

Ezîz Xemcivîn

Şeveke dirêj e,
li hêviya buhara raketî ,
buhara arsimî û ji hev ketî,
ya ko li ser termê xweşiya xwe mexel e…
Kirasê tîbûna xwe a engirî
li şeva min neke…
Kundê tevna nerînên dizek bifirîne,
ji xewna xwe re asoyeke firehtir bixemilîne…

08.01.2012

Şoreş

Ne şoreş im?
Li keviya bazara xwîna min
silavê bi dolaran dikin…
Ne şoreş û ne şevreş im,
Sînga min…

Mehmûd Badilî

Di wê tariyê de ..tu çi xweşik dibûDi wê tariyê de ..

çiqasî baran dibariyaû ba di hindirê min gur dibûbêhna lewnta teji cilê min nediçû.Di wê tariyê de ..mija bêdengiyêû xuşîna pelên darandi zîqezîqa xirecira me talan dibûn.Di wê tariyê de ..Di himêza hev de vêdiketin
wek diktatorekî
çi bi tariyê dilşa dibûm
qet min ne dixwest …

Qado Şêrîn

Hevpeyvîn
X: eger hilbijartin çêbibe, dê Beşar bi serkeve yan na?
Y: belê, bi gelekî dê bi serkeve, dê 99% bîne..
X: wax..wax..wax..dêmek em têkçûn..
Y: hhh…bes li Isra””””îl, ne li Sûrî…hhhh
X: ma wê ji Netenyaho bêtir dengan bîne?..
Y: ooh, xwedê ji te razî be, Netenyaho nagihê toza wî….hhhh.13.07.2011.

Bêhna azadiyê ji 2012an tê…01.01.2012.
Roja rûxandina rêjîma Beşar emê…

Xelîl Kalo

Çiqasî em kurd belengaz û şerpezene di vê dinya çepel û bê mirovatî û em têde bê serûberin .ne ku welatê me belengaze û bê berheme û ne zengîne .anku nan nîne yan jî av û qefir û bê mewdane .. na. me jiyan û giyan têde nîne ku em diçine kû…

Mizgîn Hesko

Gelo çima xortên me dibin qaçaxçî…? Diyarî ji bo ewan xortên ciwan û bê guneh

Hawar…….hawarÛ hawarMa ta kengî Ev birînên dijwar

Serê vê şefeqa BerfanbarÛ dilê minBi baraBûye bi xem û ar.
Û Şirnexa minMin bihîst Qêrîna teÛ hawar

Ne berfLê xwîn dibar

Îdî xumxuma Çemê bedena min eAva ji pêsîrên asîman DirijeJi çavê dayka min…

Arşevê Oskan

Serok, rêber, xwedan dîrok,
padîşah û dîktator in
Xwedan serewt û mal û şûr in..

Xwedan tac in, dîk in,
şêr in û carcaran jî pisîk in
Bê zanîn û îlm û nûr in..

Welat kirine bexçeyên malbatî
Dixun vedixun, talan dikin
Ew û zarokên xwe têr in
Gel birçî, perîşan û belengaz
Ew û gel ji hev dûr in..

Xwedan kole, peye,…