Rêwiyo!

  Konê Reş

   Rêwiyo! Salê barkir û xwe nû nekir, em jî li ser negiryan.. Eger sal li ser xwe girya be, ji mafê wê ye, ji ber ku dawiya her tiştî tal e.. Erê Rêwiyo, salê barkir û rêka te dirêj e.. Tu di nav salan de çûyî, êdî nema tu dikarî wek berê, po‏‏‏şan li salan xînî û wan di pi‏şt guhên xwe re bavêjî..‏‏
   Rêwiyo! Dawiya êşên te jî nêzîk dibe.. Nêzîk wê reş û spî ji hev cuda bibin, ji ber ku dîrok bi berdewamî xwe nû dike. Rêwiyo, mîrnişînên zilm û zorê pîrdibin.. Mêzeke bê çawa mîrnişînên kedxwar û sitemkar hilweşiyan; ji Nîronê Romayê bigre ta bi Seddamê Bexdayê.. Sibe wê gelek mîrnişînên din jî bidin pey wan, wê ji bilindahiya xwe bêne xwarê û nema bibin. Di şûn wan de, wê mîrnişiyên demokratî û wekhevî, di bin siya aştî û tenahiyê de bêne ava kirin..
   Raste Rêwiyo, me pêşwaziya sala 2012 kiriye, lê pêşwaziyek sar û dilşikestî bû, pêşwaziyek di nav tarî û sermê de bû.. Roja îro Elektirîk bi saeta ye, mazot nîne, gaz bi parsê ye.. Bi tenê mûm li ser halê me digrîn.. Rêwiyo va sala 2012 li zingilê hawarê dixîne..! Gelo çî veşartok di tûrkê wê de, ji bo me veşartîne..? Eger pênûs bin, gelo em ê bi wan pênûsan kêf û şahiyê binivîsin an kul, derd û bêbextiyê?!
   Belê Rêwiyo, di rojên sala nû de, wê tiştên nepen, zelal û eşkere bibin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û mîna deryayê ye, tiştekî veşartî di zikê xwe de nahêle.. Rêwiyo! Tevî ku desthilatên bi hêz, dîrokê li gor dilê xwe û bejewendiyên xwe dinivîsin û çendî car wan desthilatan ew dîrok bi hovitiya xwe serjêkirine, da ku di pêşerojan de nebe şahidê dijî wan.. Lê ji ber ku hovin, bîrnabin ku li rexekî din, nivîskarin din, dîrokê tomar dikin.. Ew nivîskarên ku jiyana wan di pişt perdeyên zilm û zorê de derbas dibe, ewên ku dîroka sexte belû û eşkere dikin û bi heyecan û germbûn li rastiyê digerin..
   Rêwiyo! Sala nû hat wek ku nehat.. Hêjî cih û war, wek xwe ne.. Hêjî Qamişlo xemgîn e. Û yê ku bajarê wî bi xem û kul û kovan be, dilê wî jî şikestî ye.. Erê Qamişlo dilşikestî ye.. Rêwiyo dilê te jî şikestî ye û mûmên li dor te, di nav ronahiyek xemgîn de digrîn..
   Tevî vê rewşa xerab û perîşan, tu hay dibî, ku ew çend darên gulan yên ku di hewşa me de şipya û berz xuya dikin, va pişkivî ne.. Ew çend şitlên Nêrgizan, va zîldane.. Vêca pêwîste Rêwiyo, di vê sala nû de, em careke din biponijin û xweş bawer bin ku wê gulên di gulistanên me de vebin û ji têvel rengan bin.. Wê dexil û zeviyên me, şîn bibin, biseridin û ber bigrin, wê bihara me xemil û xêza xwe a bûkanî li xwe bike..
   Erê sala nû a me ye a Qamişlo ye a Cegerxwîn û Mihemed Şêxo ye.. Werin em destê hev bigrin ji bo yek dozê û yek zimanî û ji bo mirovahiyê kar û xebatê bikin.. Werin em pişta xwe bidin çiyayê Bagokê û çiyayê Omerya û daxwazên hejar û belengazên beriya Mêrdînê pêk bînin.. Werin em mûmên tariyê bitemirînin, mûmên şahiyê vêxînin.. Werin va sibehên biharî bi xemil û xêza xwe ve, ber bi me ve tên.. Sibe wê çûk û çivîk di beriya Mêrdînê de bifirin, heneka bikin û stranên şahiyê bibêjin.. Sibe wê Şêx Maşûqê Xiznewî û Meşel Temo yê Kîkî govend û dîlana Derwêşê Evdî û Edûla Zor Temir Paşayê Millî li Kewkebê Millan, Kepezê kîkan û Qereçoxê Musîsana, bi heft dahol û zirneyan bigerînin, bigerînin.. Erê Rêwiyo, sibe ji çavnêrê wê re ne dûre, nêzîk e nêzîk.
Konê Reş
Qamişlo, 08.01.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…