Çîroka Dayikekê

Mizgîn Hesko

Hîn ew dayik
Bermayên kezyên xwe
Diçêre
Da ku rengê ken
di hinarkên mendalên xwe de
bidomîne.
Hîn di şev zivistanan de
Bi çîrok û çîvanokên mêweyan
Tama sêva
Li ser zimanê sêwiyên xwe
Di,afirîne.
Hîn pişta wan
bi şîrtên  Xanî
daxdidî
û ramanên wan
di tenûra çandê de
dikewitîne
hîn ji nifiştên paşla xwe

ayetên Cezîrî
her roj
bîst û çar
nimêj dixwîne.

Hîn wan
Di dergûşa dastanan de
Dilorîne.
Hîn terîşên miradê
Bi destê wan ve
Girêdidî
Û ji tûrikê karwanan
Kilçîvê keçan
Bi kil dadgirî .
Hîn bi morîkên şîn
Desmalên zeryan
Dixemilîne
Hîn ji bawîbûna sînoran
Û seqema peymanan
Tilyên xwe
Vêdixe.
Koremar

qaşo..
di nav baweşîna aştiyê de

navê xwe jibîr kir
û hîn li heyranokên Cezîrabota
       serpêhatiyên Hekarê
       û hoşmendiya Zaza
                   xwedî dernakeve.

Şehdedar

gava ku xwest cejnan
bi kurdî pêşwazbikî
bi şûr hate birrîn.

Navçar

gava ku xemla bûkaniyê li xwe kir
her sê xwîşkên din
bi lîlelîl
her yekê
kirasê şîraniyê
yê pembe amade kir
her yekê
dîlan li gor xwe
şîrove kir

xwestin ji govendê bê paar nimînin

û hîn di qorzîkên pencereyan de
dev ji hev çûyê dinerin.

Bablîcank

li ber dergehê
çerxê bîst û yekê
bi çavên xwe dibîne

çawa kurên wê
têne sêdar kirin

û li ser maseya Atom programan de
programa yekem
kurd tunene.
programa diwem
sêdar kirina wan helale.

Qilîçank

ji xwe ax…
ji derdê wê
rojekê xwîşka herî kihêlbû
ji bo xwîşkên din
her û her bi kêêr bû

û îro rewa lê nemaye
û her çend mehan
nûbarekî seqet
bertavêje

û destarê hêviya
îdî hêdî hêdî digere
û dayik.
 pirr westiyaye
pirr westiyaye…!

û tevlî westanê
tilîkên vêketî
qet venamirin

volkana di dilkê çiyê de
guregur
ar
û serhildan disincirin.

  Sibat 2010

………………………………………………….

koremar- şehdedar- navçar- bablîcank- qilîçank- navê tilîkên destê mirov in

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…