Gurên dev bi xwîn

 

Behmend xano

Gurên dev bi xwîn hatine ji dûr
Xwedanê ramanek pûç u çavkor
Li Ser xaka me cih danîne bi zor
Li me nêrîn bi çavê neyarên sor

êskencî u zindan bu  karê hercar
Bi gezgeza nav me ketin bi harî
goştên laşê me di xwarin bi xavî
xwîna me tim di miştin bi arzanî
keda me tim di xwarin bi hişkerî
hewar ji va dijminê bê hiş u serî
 
wêran kirin hemî gund u bajaran
bûn agirvjîn  şiwetandin daristan
ziwakirin kanî u hişkirin gulîstan
Agir berdana dilên bav u dayikan
Dilên qîzik u xort u hemî kallan
 
şûnan wan tev bûya toz u dûman
qet  neme dengê  bilbil u kenaran
bêhna nêrgiz u şîlan u beybûnan
dengên saz u awaz u şadîmanan
hawar nirxa jîna me dibînin arzan
 
li xaka me konên reş hatin vedan
xelkên wê mirovên reş wek çilan
nav wan qet nebû serdarek dadvan
hişmendiytî  her dem  dûra ji wan
li çanda wan çanda korê kuştevan
 
digotin her eve narvîna van kurdan
go şahê mirinê bibe mêhvanê wan
go xweşiya jiyanê nebînin ti caran
kêf u şahîyan nekin bi sal u zeman
her bi girî u reşatî bi burînin jiyan
 
 
Armanca wan bixwin keda me
U bi bin xwedanê xak zêrîna me
Bi bin koleyê bê hest ser qada me
De em jibîrkin zarewe mafên me
pûçkin raman u bidizin dîroka me
 
Gelo ev çi kesin kesin pêjinkî bûn
Xwedanê  kînek pirr reşmezin bûn
şêweyek regezperest u gendelî bûn
xwedanê  yasayike sitemkarî bûn
dijî mirovê lawaz u sitembarî bûn
 
Hey gurên dev bi xwîn u koledar
dijminê aştîxwaz u biratî u şanîdar
dijminê wekhevî u azadî u gulbihar
emin qehremanê xwînmij u koledar
nevîyên barzan u kawayê hasinkar
 
Em kurd xwedanê hesta niştîman
em xwedanê şaristaneka sermiyan
 şahinşahîyek  pir kevnar u dadvan
tîrêja jiyane me her mîne ser çiyan
nişana me yan Kurdistan yan neman
 
   – qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…