Barzanî û Kongreya Nîştimanî ya Kurdên Rojava

Demhat Dêrikî
demhatderiki@hotmail.com

Kongreya Nîştimanî ya Kurdên Rojava piştî çendî caran hate paşve avêtin, li dar ket û bi dawî bû. Gelo Kongreyê bi serkeftin û encamên baş kar û xebatên xwe bi dawî kir? Her tişt (Amedekarî, plan, bername..) bi rêk û pêk bûn? Kêmasî û şaşitî nebûn, piştguhkirin nebû? Bê guman hebûn û kêmasiya herî mezin ya ber bi çav neamadebûna hemû partiyên Rojava bûn û di serî de PYD`ê.
Hemû kesên di vê Kongreyê de amade bûyîn, gelo; di zanîn, têgihiştin û berpirsiyetiya vê Kongreyê de bûn? Yan heme li gorî dilê hindek partiyên Kurdên Rojava tevlîbûn di Kongreyê de hate kirin? Ev pirs û gelek pirsên din bi serê xwe cihê gotûbêjên mijarên berfirehin. Lê xala herî gîring di vê Kongreyê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bû. Li gorî şopandina min bi rêka heval û hogirên di Kongreyê de amade bûyîn, di Kongreyê de tenê peyama Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî mora xwe li gîringî û wateya Kongreyê xist. Bê guman, bi germî hemêz kirina Herêma Kurdistanê ji Kurdên Rojava re, pêngaveke dîrokî û têr wateye. Dibe ku ne li gorî hindek aliyan be û li gorî xwe Kongreyê bikin lastîk û bi çep û rast ve vekişînin. Her kes di dîtina xwe de azad e, lê ji bo min ji partiyan zêdetir peyama cenebê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Baranî bû. Bi taybet ramana cenabê wî li ser hizbatyetiya teng û Kurdatiya berfireh. Gelo der barê van her du xalan de Serokê Herêma Kurdistanê çi gotibû? “Mercê me ji bo piştgiriya we ew e, yekrêziya we ye, vê qonaxê de ku qonaxeke gelek gelek ya hestiyare û nazike, divê hûn xwe dûr bikin ji hizbayetiya tesk û teng. Heta rewşa Sûriyê diyar bibe, Kurdayetiyeke berfireh bikin, hûn hemû li bin çetra Kurdayetiyê de kar bikin, rêz û îhtîram ji bo hizbayetiyê û hizbên we û ji bo we hemûyan, lê bi hizbayetiya tesk û teng hûnê vê derfetê ji dest bidin û em ê jî nikarin tiştekî ji bo we bikin. Ji ber wê yekê careke din wekî birayekî we wekî Kurdek, hêviya min ew e heta rewşa Sûriyê diyar bibe, xwe ji hizbayetiya teng dûr bixin û xîlafatên nav xwe hemûyan bi cîh bihêlin, berev paşerojeke rewşen biçin û em di warê baweriyê de ne bi hêviya xwedê dê serkeftinên mezin ji bo we jî bidest bên.” Di vê beşê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de, aşkereye ku bê yekbûn tu serkeftin bi dest ve nayên û wê Herêma Kurdistanê jî nikaribe tu alîkarî bike. Serok Barzanî ji bo Kurdên Rojava careke din rola xwe ya dîrokî bi cîh anî, Kurdên Rojava bi germahî hemêz kir, lê gelo ka Kongreya Nîştimanî ya Kurdên Rojava heta çi astê wê xwe dûrî hizbayetî û ez eziya teng bike û nûnertiya gelê Rojava bike, ew dê di demeke nêzîk de bersiva xwe bibîne di nava Kurdên Rojava de û Kurdên Rojava wê vê biryarê bide. Lê, ez nebawerim Kongreya Nîştimanî karibe nûnertiya Kurdên Rojava bike (Rêz ji hemû partiyan re) heta xwe ji nexweşiyên nava xwe rizgar neke. Lê ditisrim di vê qonaxa pir hestiyar û zirav de ku gelek dest di nava Rojava de hene, careke din partiyên me li şûna yekbûnê bibin pareçe parçe û Kurdên Rojava di nava êş û birîneke kûr de bihêlin, li ber lingan herin. Serokê Herêma Kurdistanê ya li ser xwe kir û peyamek vekirî da, ya din ma li ser; wijdan, ehlaq û diristbûna partiyan ku xwedî li Kurdên Rojava derkevin bê ku deverên rojava bibin gola xwînê.

Jêder: avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Elî Cefer

Berhema Dr. rojnamevan û lêkolînerê naskirî Ebdilmecîd Şêxo, ya bi navnîşana: Rolên ( Jîn. Roja nû. Ronahî ) di pêşketina bizava çanda Kurdî de, wek pirtûk ji lay weşanên ( Sersera ) – Berlin ku xudiyê wê rêzdar Dr. Beşar Mistefa ye ronî dît.

Dr. E. Şêxo di va…

Kurdistan Elî / Axin – Elmanya

 

GERDEN XALID HESEN Sindî ya kû ji Zaxo jidayik bûbû Sala 1930 çû ber dilovaniya xudayê xwe yê dilovan , GERDEN Kiye..?

Ev Şerejina kurd kû ji sala Enfala ve 1988, Jiyana xwe bi girî û Nalîn dinav Robarê Fermêska de derbas dikir , belkê ne tenê GERDEN Dayika Şehîdan bû…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di haman dema ku șandeya kurdȋ ya hevbeș ya ku ji encamȇ konferansa yekrȇzȋ ȗ yekhelwestȋ ya kurdȋ ku 26 nȋsana derbasbiwȋ li darket hatiye pȇkanȋn xwe amade dike jibo ku ber bi șamȇ ve birȇbikeve ȗ li gel serkirde ȗ rȇberiya nȗ li șamȇ giftȗgo ȗ diyalogȇ bike. Di heman demȇ de rȗpelȇn…

Mehmûd Bedlî

Dema ku hêzên rejîma Esed ya Dîktator ji hin deveran vekişiyan û rê li ber hêzên Heyet Tehrîr el-Şam vekirin ku di nava çend rojan de Ebû Mihemed el-Culanî li koşka serokatiyê rûnişt û ragihand ku Sûrî ji zordariyê rizgar kir, her wisa gelek xelkên Sûrî jî hîs kirin…