welateme

Di vê festîvalê de ji gelek bajarên cuda yên Ewropa helbestvan, nivîskar, rojnamevan û hunermend beşdar bûn.
Helbestvanan helbestên xwe xwnedin û helbesthezan jî bi kêf guhdarî kirin.
Festîval hem ji bo helbesta kurdî bû rojeke xweş, hem jî di vê rojê de munasebeta ku helbestvan û nivîskarên Kurd hev nas bikin, peyda bû.
Di festîvalê de romanivîs…

Rêxistina Ewropa ya Partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, weke dilsozî û sozdarbûna bi bîranîn û ramanên serokê partiya me re, nemir Îsmayîl Omer, panêlekê bi boneya dusaliya koçbarkirina wî li zanîngeha Bonn-ê li dar dixe.
Di panêlê de du wane li ser bîr û ramanên nemir sebaretî girîngiya yekîtiya tevgera…

Diyar Ehmed

Piştî ku Osman ji rewş û jiyana bê aram û asayî li deverê Bê hêvî û neçar dibê, di roja 24-12-1929 an de, kurdistana Turkiyê Diberdê û ber bi ya sûriyê Ve direvê,ya ku wê demê Di bin dest û darê Firinsa de bû , li bajarê Kobanê Cih digirê û li wir…

Salar Elo

Nivîskarê Daxistanî Resûl Hemzatov di romana (welatê min) de dibêje :
((Eger zimanê min yê dayikê sibe windabibe, ez amade me, ku îro ez bimirim)).
Zimanê dayikê yek ji bingehên serekî ye yê ku netewa miletan diparêze ji windabûnê, çimkî ku zimanê netewî çû milet jî pêre dimre wek netew û bêhebûn…

Erê, werin em Apo Osman Sebrî bi bîr bînin û van gotinên wî bixwînin. Ev gotinên ku berî 30 salî ji Fedrasyona komelên Kurdistanê re nivîsandiye û ji wan re şandiye Swêd.
Wek ku em tev dizanin ku Apo Osman Sebrî di sala 1905 an de çêbûye û di roja 11/10/ 1993 çûye ber dilovaniya…

Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giştî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.
Jimara 5an bi alîkariya nivîskarên me yên hêja derdikeve, ew ên ku bi nivîsandina di rojnamê de, xwedî li zimanê xwe yê kurdî derdikevin. Bi hêvya ku rojname bibe derfeta…

Akram Sebrî

Roja 16.10.1984 an, Têkoşerê bilind, Sekreterê Partî canfîdayê gelê Kurd Hemîd Sîno ji Qada Xebata Kurdayetî barkir, Ew qehremanê ku bi mêrxasî xizmeta gelê xwe kir, wisa wifadar ma, ji roja ku dest bi kar û xebatê kir heya roja xatirxwazî û koça dawî. lewma îro hêja ye, ku merov bi Rêz û Wifadarî…

Konê Reş

Ji Beriya Mêrdînê silavên gerim ji rezê Omeriyan re, ji mamoste Arjen Arî re ku careke din tendurisiya wî çak û rind û bi geşbûn li nav refê xwe vegere.. Ev bayê payîzê ku çend pelên mêwên rezî wî çilmisandine ji nû ve şîn bibin, kat bidin û ber bigirin.. Da ku careke…

Gula azadî

Dilberé li min hilat…
perwîna asîman
dil veda ü ruhniya xwe té de çand…
Gula azad î
Tu ji min pir nézîk î,
tu büyî koné şahiyé
li ser bejna evîna min büyî sîwan…

Bihnek ji te gulé
nerînek ji te
meya şevîné
yaré
tu hezkirin î,
bihna te welatekî divejîne.

Di çavén te de melevan im…
di rewané te de dilyar im…
va ye ez tém
te bihin bikim…

Werin em li helbestê guhdarî bikin, helbest giyanê me ye, giyan zimanê me ye, zimanê me, hebûna me ye. Êdî werin em bi hev re Roja Helbesta Kurdî pîroz bikin.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbihar li Essenê we vexwendî Roja Helbesta Kurdî li derve dikin û dibêjin: werin em bi…