Fêrkirina Zimanê Kurdî Şoreş e

Salar Elo   

Nivîskarê Daxistanî Resûl Hemzatov di romana (welatê min) de dibêje :
((Eger zimanê min yê dayikê sibe windabibe, ez amade me, ku îro ez bimirim)).
Zimanê dayikê yek ji bingehên serekî ye yê ku netewa miletan diparêze ji windabûnê, çimkî ku zimanê netewî çû milet jî pêre dimre wek netew û bêhebûn dibe, ji çaxa ku rêjîma Ba`as hat ser desthilata sûriyê berî 49 salan zimanê kurdî qedexekir di warên fermî de û ta nuha piştî sal û nîvekê ji şoreşa sûriyê ya pîroz hîn ew mejiyê şofînî dijî pirsa kurdî û zimanê kurdî li cem gelek merovan heye.
 mixabin hin nivîskarên me yên ku bi zimanê biyanî dinivîsin dibêjin ku dem dema şoreşa sûriyê ye , ne dema fêrkirina zimanê kurdî ye, û dibêjin ku fêrkirina zimanê kurdî dê zirarê bighîne paşeroja zarokên me ya zanistî, lê ewan jibîrkirye ku zimanê me qedexeye bi fermanên şofînî yên rêjîma Ba`as , fêrkirina zimanê kurdî bi şêweyekî fermî li dibistanên dewletê ew şoreşa azadiya zimanê meye ,beşekî serekî ye ji şoreşa azadiyê ya giştî ya îroroj li seranserî welêt vêketî ye, divê em zanibin ku nirxê azadiyê buhaye , û tu maf bê gorî nayên bidestxistin, mamosteyên zimanê kurdî îroroj bi mêranî şoreşekê zimanvanî lidardixînin, ji bo paşeroja zarokên me, da ku zimanê dayika xwe jibîrnekin û da ku miletê xwe û netewa xwe biparêzin ji windabûnê, û ev karê pîroz tu zirarên wî li şoreşa azadiyê şoreşa sûriyê tune ne, çimkî azadî parçe nabe, divê miletê kurd azadiya xwe di hemû waran de bidestxîne, û fêrkirina zimanê kurdî bi şêweyekî fermî li dibistanên dewletê ew beşeke ji şoreşa azadiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…