Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ jimara 5an derket

  Rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ rojnameyek çandî, wêjeyî û giştî ye, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, derdikeve.

Jimara 5an bi alîkariya nivîskarên me yên hêja derdikeve, ew ên ku bi nivîsandina di rojnamê de, xwedî li zimanê xwe yê kurdî derdikevin. Bi hêvya ku rojname bibe derfeta azad ji bo derbirîna fikr û bîr û boçûnên hemû nivîskaran.
Di jimara 5an de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weşandin. Gelek nivîskarên mîna; Ebdilsemed Mehmûd, Edîb Polat, Dr. Ehmed Xelîl, Hoşeng Broka, Lazgîn Dêrûnî, Lewend Dalînî, Lokman Polat, Mizgîn Hesko, Newaf Mîro, Serhan Îsa, Silêman Azer, Suwad Cigerxwîn, û Yehya Elewî Ferd, di rojnamê de nivîsandine.

Di rojnamê de hevpeyvînek taybet bi nivîskar û siyasetvan Can Kurd re li ser rojeva rojavayê Kurdistanê hatiye kirin. Her wiha di rojnamê de çîroka ‘’Dostaniya rast’’ ji folklora kurdî hatiye weşandin.

Me vê carê bajarê ‘’Zaxo’’ bi we daye naskirin, her wisa pirtûkên kurdî yên ku di dema dawî de hatine çap kirin. Xelîl Motkî kî ye?, me xwest em wî jî bi we bidin nasîn.

Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê kurdî ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com
07.10.2012
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…