Nizar Yosif
Di berbanga tirsê re
Sahwa rûreşan
bihna mûyên kevilan
Gurmîna birûskên hovîtiyê
Hêlîn lerizîn
Kerpîçên starê hilweşandin
Rê li pêşiya xoşviyan berze bîn
Şabîna hevdîtinê xatir xwest
Sirê şaxên xwe berdan
Nalînên piçûkan çadir vegirtin
Hawarên bêzaran bê çare xetimîn
Hîviyên kaziyan di paş de nîvişkan bîn
Ciwanmêran di kozikan de malxwêtî li xwe girtin
Dengvedan bî bersiva xwedanan
Feryadên bêy waran
Hewldana vemirandina agirê…
Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket .
Di civata ku piraniya endamên komîta amadekar tê amade bûn , dem û cihê lidarxistina mehrecanê û şêweyê wergirtin û helbijartina helbestan hatin destnîşan kirin, herweha…
Heyder Omer
heyder52@hotmail.de
Ҫanda Feqî yêTîran
Gava me, bi lezgotinekê li ser serdema helbestvanê me, rê ji bo vê lêkolînê dûz kir, me da xuyakirin, ku Kurdan, piştî îslamê, dest ji zimanê xwe, wek zimanê nivisandinê, berdan, û bi zimanê erebî, ku zimanê ola nû ye, nivisandin. Evê yekê demeke dirêj dom kir, gelek navdarên wan bi…
Konê Reş
Ezbenî! Va payîz hat, darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Ezbenî! Va şev bi dûv şevê de rêz dibin.
Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û…
Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
Ne tenê hêmanê xweyîtî (lawaziya hişyariya netewî) û hêmanê herêmî (pirojeyên talanê) sedema nebûna dewleta kurdî ne, belê bi ser de jî hêzên navdewletî yên mezin rola giring he ye. Di wê dema ku piraniya Kurdan nizanîbûn çi li derveyî gundên wan diqewime, hêzên mezin Kurd û Kurdistan xistibûn nav pilanên…
Piştî Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya banga serdana gora seydayê Cegerxwîn belav kir, gelek nivîskar,rewşenbîr û hezkerên helbestvanê mezin Cegerxwîn çûne ser gora wî yî pîroz ya li hêla rojavayî Qamişlo dikeve, bi amadebûna cemawerekî mezin.
Destpêkê,mamosta Dilawerê Zengî,serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya bixêrhatina beşdaran kir û helbestek diyarî giyanê seyda kir,yê wê di bîra gelê me…
Konê Reş
Îro 22/10/2014, bi helkeftina 30 salî di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re, me nivîskarên Kurd: Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez Konê Reş, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî bijarte de, li Hola Mîr Celadet Bedirxan bibîr anî û yekitiya kurdên rojava a ku îro li Duhokê hatiye îmze kirin pîroz kir… Di dawiya…
kasî yûsiv
di roja bîr anîna koçkirina seydayê helbesta kurdî cegerxwîn,her kes dirajê pênûsê û hewl didê ku tiştekî li ser jiyana vî mirovê bi nav û deng binîvisênê.
ez dimînim dudil ka ezê çi binîvisênim ku hinkofî bejna wî be,ew bejna ku aso têra wê ne kirin lewma giha bilindayiya sitêrên her û her diçirisin.
ciger xwîn…
Konê Reş Qamişlo, 21.10.2014
Tevî rewşa me kurdên Rojava a aloz, diltezîn û dijwar, me çend nivîskarên kurd; Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez, yên em pêwendîdarbûn bi Seydayê Cegerxwîn re li bajarê Qamişlo, berî çûna wî a Swêd, me ji erkê xwe dît ku em nehêlin roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn derbas bibe bêyî ku…
Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li sûriyê civîna xwe ya destpêkî roja yekşemê 19/10/2014z li bajarê Qamişlo li dar xist .
Piraniya gotûbêjan li ser nirxandina mehrecana bûrî bûn(mehrecana 18mîn) û şêweyê wergirtina helbestan ji helbestvanên ku dixwazin beşdariyê di mehrecanê de bikin û pîvanên bijartina helbestan.
Civatê çend endam ji bo seredana gora seydayê nemir…