Ezbenî! Va Payîz Hat!

Konê Reş

  Ezbenî! Va payîz hat, darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Ezbenî! Va şev bi dûv şevê de rêz dibin.
   Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de şîn tên, jibîr nakin..
   Ezbenî! Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin. Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bike, ji ber ku tu zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye..

  Ji ber ku mîna gîhayê di hewşa me de ne, tu carî nikarin bibin mîna dara di hewşa te de.. Tevî wilo jî, bi wan re bi gurnije û bikene, li wan  guhdarî bike û baweriya wan bîne ku ew rastin.. 
  Bilive pêş Ezbenî! Li paş ne zîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar şipya ne û şipya dimir in..
  Va payîz bi lez û bez êrîş dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan şanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî xuşxuşa ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye..
  Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û şapa ku ji çiya tê xwarê, wê zû bi zû razanê ji xew şiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pişta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Va yekîtî di asmanê welatê me de şiyar dibe..
  Konê Reş, Qamişlo, 24.10.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…