welateme

Di 25. 10 2014an, û di bin durişmeyên ( Bijî berxwedana Kobanê. Bijî hevkariya gelê Kurd, ji bi berxwedaniya Kobanê )de, û bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar, zimanperwer, rojnamevan û wêjehez
mîhrecana Roja Helbesta Kurdî ya bîst û duyemîn, li hola Jîn Efrîn, li bajarê Efrînê hate lidarxistin. Komîta amadekar a mîhrecanê ji şeş…

M.Emîm Sadûn
Berî niha û ji demeke dirêj ve, Herêma kurdistanê beryara xwe a siyasî û dîplomasî bi dest xwe ve anî bû, û ewlahî û asayîşa kurdistanê jî bi rêya hêzên pêşmerge û zêrevaniyê diparastin, lê belê beryara aborî û darayî a Herêma kurdistanê ne di destên kurdan de bû. Îro dema petrola kurdistanê bi…

Bi amedebûna pazdeh nivîskaran û şanda desteya rêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd-sûriya , îro şaxê Yekîtiya Nivîskarên kurd-Sûriya li Herêma Kurdistanê hat damezirandin.
Piştî hevneşîneke berfireh li ser rewşa Yekîtiya Nivîskaran û pêwîstiya hebûna şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya li Herêma Kurdistanê û piştî bersivdanên şanda desteya rêvebir û mamoste Ferman Bonciq yê ku endamê serokatiya…

Merwan Berekat
Dema ala yekîtiya Kurdan bilind dibe, hemû dagîkerên Kurdistanê, xêrnexwezên gelê Kurd û keyzebazên Kurd çavsor û bê tebat dibin. Ew bi hemû rêbaz, pilan û pîlanan hewil dikin, ku ew yekîtî bi serî nebe û encamê nede, ji ber ku berjewendiyên wan serûbinî hev dibin, û wek nas e, Kurd miletekî xwedî…

Ronî ELÎ

Koçberên di welatê xwe de
Penaberên rojê
Di boxçeyên milan de
Hêstirên jiyaneke avis
Vedişartin

Bangewaziyên Dergûşan
Baskên vegerê
Bi per nekirin
Nejî
Şirika devê mendalan
Gewriyên neçariyê
Şildikirin
Debêje dayê
Agirê di pişta me de
Xetîra Pêşerojê ye

Bîranînên me
Bi kevir û axa pişta Bapîran re
Weke tozê
Di gobega Çavn de
Hêlan dikin
Nameyên xoşewistiyê
Pênûsên mendalan
Di bin kuzota wêranê de
Siloganên vejînê
Radestî xewnên dildaran dikin
Debêje dayê
Agirê di pişta me de
Xetîra…

Deham Ebdulfettah

Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!

Ji mêj ve ev pirsa giring û balkêş di serê min de digeriya : Gelo hevoka navdar di zimanê Kurdî de heye yan na ?!
Gelek şarezayên zimanê Kurdî , berî min jî ev pirs ji xwe kirine û her yekî ji wan bersiva pirsê ,…

Îro 31-10-2014 -an konfiransê şaxê Amûdê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya li hola Kemal Ehmed û bi amadebûna gelek sazî û rêxistinên amûdê hate lidarxistin.
Di destpêkê de, mamosta Ismaîl Kûsa beşdar vexwendî demeke bêdeng kirin, piştre mamosta Dilawerê Zengî li ser pêwistiya hebûna şaxên yekîtiyê û erk û stûbariyên nivîskaran di van nîrên dijwar de axivî.

Di…

Ismaîl Sînan

Gav ku mirov dikeve kûraya dîrokê gelek tiştan dibhîze .
Carinan tên derfetên baş ji bo mirovan yan ji bo netewan yan jî bo deveran ji xaka zemînê, lewra nav lê dibe derfetên zêrîn yan jî astengî û zehmetiyên giran.
Lê di hemû qunaxan de dimîne liv û bizava mirov ji boy bûyera ku hatiye holê…

Îro, li hola Navenda Osman Sebrî Konfiransê Şaxê Qamişlo, bi amadebûna serokê Yekîtiyê Mamosta Dilawerê Zengî û cîgirê serokê Yekîtiyê Mamosta Mihemed Şêxo û Mamosta Ehmed Heyder,Şehnaz Şêxe,Baran Baravî,Fewaz Osê û Zahid Xelef hat girêdan.
Mamosta Salih Cango,di destpêkê de, beşdar vexwendî xuleke bêdeng li ser giyanê cangoriyê Kurd û Kurdistanê kir.Piştre, mamosta Dilawerê Zengî li…

Merwan Berekat
Xewnan…
şemaq li ser çavên şevê xistin
pertewan silv daye.
Nîgaş….
bûn peyrewên
sîmfoniya bilûrên payîbûnê

Elendê sozek da
hîn…
rengê kenê sibehê
ne diyar e.
Sing …
di sîngê demê de
hatine daçikandin
hêdî… hêdî
reng dikenin
yektej e..
ne çartejî ye
tevna me.
Roj …
bûne wek deşteke
ji bermayên gênim têr
û…
li refên çûkên birçî dipên.
Li dervî sînoran..
hêvî..
dî berîkên…