Roja Helbesta Kurdî

Di 25. 10 2014an, û di bin durişmeyên ( Bijî berxwedana Kobanê. Bijî hevkariya gelê Kurd, ji bi berxwedaniya Kobanê )de, û bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar, zimanperwer, rojnamevan û wêjehez 
mîhrecana Roja Helbesta Kurdî ya bîst û duyemîn, li hola Jîn Efrîn, li bajarê Efrînê hate lidarxistin. Komîta amadekar a mîhrecanê ji şeş kesan bû: Merwan Berekat, Dêrsim Memo, Dr. Ebdilmecît Şêo, Îlham Osman û Osman Îso. Piştî kêlîkeke bêdeng li ser rewanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê hat rawestandin, gotina komîta amadekar ji aliyê helbesyvan Dêrsim Memo de hat xwendin.

Di pişt re pirograma xwendina helbestan dest pê kir. Helbestvanên beşdar ên ku helbest xwendin 14 helbestvan bûn ji wan: Helbestvan: Îbrahîm Sunkur ji bajarê Wanê, helbestvan Merwan Berekat, helbestvan Temoz Şemalî, helbestvan Dêrsim Memo, helbestvan Osman Îso û …. W.D. Hêjayî gotinê ye, ku piraniya helbestên di mîhrecanê de hatine xwendin li ser Kobaniyê bûn.
Li dawiya Mîhrecanê ji aliyê komîta amadekar ve, û bê ku xwediyê xelatê hajê hebe,  helbestvan Dr. Ebdilmecît Şêxo hat xelatkirin.

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…