Îro em li Qamişlo di Govenda Seydayê Cegerxwîn û Yekitiya Kurdên Rojava de Raqisîn

Konê Reş

   Îro 22/10/2014, bi helkeftina 30 salî di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re, me nivîskarên Kurd: Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez Konê Reş, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî bijarte de, li Hola Mîr Celadet Bedirxan bibîr anî û yekitiya kurdên rojava a ku îro li Duhokê hatiye îmze kirin pîroz kir… Di dawiya bîranîn û pîrozkirinê de, piştî gotineke kurt ji rex mamoste Salihê Gedo ve sekretêrê Partiya Çep a Demokratî Kurd li Sûriyê û xwediyê Hola Mîr Celadet Bedirxan, kalemêrê kurd (Salihê Silo: Bavê Musih) bi diplomek rêzgirtinê xelat kir. Hêjaye gotinê, ku Salihê Silo, temenê wî di ser 85 salan re ye, yek, ji heval û hogirên Seydayê Cegerxwîn e û heyşt dîwanên wî ezber kirine.
Cegerxwînê ku 60 salî, bêrawestan di ber kêşeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:
Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Hem jî gotiye:
Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn
   Erê, helbestvanê netewî Cegerxwîn bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand.. Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe.
   Her heşt-neh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya welat dizîvirin.
   Helbestên van her heşt- neh dîwanan wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin, ku hêj helbestvanekî kurdî bi wiha pirrbûn helbest nenivîsandine.
Seyda bi xwe dibêje:
   Naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:
1-   Li dor rizgariya welatê wî.
2-   Li dor yekîtiya gelê kurd.
3-   Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.
4-   Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.
5-   Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.
6-   Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.
7-   Şiyarkirin,  pend û şîretin ji nezan re
8-   Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
9-   Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
Û pesnê xwe derbarî wan kurdên ku ne bi kurdî dinivîsin daye û gotiye:
Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Şewqî û Zehawî me.
   Belê roja îro navê Qamişlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn ji bajarê Qamişlo re bûye sembol.
Dawî, bi gengekî bilind dibêjim; Bijî û sed carî bijî ji yekîtiya kurdên Rojava û serok Masûd Barzanî re…


Konê Reş/ Qamişlo, 22.10.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…