«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (8)


Deham Ebdulfettah  

 

Zayend di Raweya ” Birazê”û
” Xwarzê”de …?!


 

Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje
“birazê”û “xwarzê”bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr
û mê bikar tên , bêyî ku çi nîşandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan .
Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û
zayenda bêjeyên “birazê”û “xwarzê”pirr caran ev pirs raberî
me tê :
Gelo çawa her dû zayend (nêr û mê) , wekî hev bi vê raweyê
(birazê , xwarzê) hatine … .?!

Darêja ” birazê , xwarzê”di raweya verêsê (tewangê)
de ye , wekî ku em bibêjin:

– Birazê pirtûk xwendiye

-Xwarzê name nivîsiye

-Ev mala xwarzê ye

-Ez birazê û xwarzê perwerde dikim

-Min silav li birazê kir

-Te pênûs daye xwarzê

-… .

Li hin herêman raweya “verêsê”bi şêweyê
“birazî”û “xwarzî”jî tê bihîstin 

Ew her dû şêwazên verêsê (tewangê) jî , ji binesaziya raweya
wan a xwerû (bê zêdebûn) û resen ku “biraza , xwarza”ye[1]
hatiye der  . Binesaziya van her dû
gotinên lêkdayî jî , li gora dahûrîna wan ev e :

-Biraza : Bira + za (kesên ku ji birayan zêde bûn)

                             (
kurên bira , keçên bira)

– Xwarza : xwar+za( kesên ku ji xwehan zêde bûn)

                           ( kur û keçên xwehan)

Di zimanê me de gelek navên lêkdayê bi vî şêwazî pêk hatine ,
wek ” mîrza , amoza , şareza , nêrza , mêza . . .”

Wek , wan jî , bi zêdebûna tîpa (d) : “Behzad , Şehrezad
, Ş .rzad , perîzad , begzad . . .”

Aloziya vê mijarê ew e ku navên nêrza û mêza di raweya verêsê
de wekî hev tên xebitandin , bêyî ku çi nîşandekên nêrînî yan mêyînî bigihêje
wan , da ku wan ji hev cuda bikin . Anku her dû zayend j , bi forma “biraz
. , xwarz .”bikar t .n .

Em dizanin ku navên yekjimarên nêrza û yên yekjimarên mêza ne
wekî hev dikevin raweya verêsê .

Vêca ku ev teşeya (forma) 
rût û resen “biraza , xwarza”ji bo navê nêrza û mêza be , ka
çawa verêsa her dû zayendan (nêr , mê) wekî hev bi yek raweyê “birazê ,
xwarzê”hatiye?!

 

a- Verêsa Navên Nêrza :

Verêsa navên nêrzayên yekjimar , li gora binesaziya wan , bi
dû şêwazan dikevin raweya verêsê :

1- Nîşandeka verêsê “î”digihêje dawiya navên
berverês , wek :

 

-Gund : Ez ji gund , (gund) têm

-Aş : Dengê aşî (aş) bilind e

-Hesp : Tu vî hespî dibînî ?!

2- Eger tîpek ji tîpên navê berverês dengdêra (a)[2] be
, di verêsê de ew tîpa (a) dibe (ê) , wek

          – Agir : Xwe
nêzî êgir neke !

          – Bajar : Ez
çûm bajêr

          – Çiya : Pezê
me li çiyê ye

          – …

V .ca ku nav .n “biraza”û “xwarza”jî
nêrzayên yekjimar bin , anku bi wateya kurrên bira û xwehê bin , gerek ew jî ,
li gora wê rêpîvana jorînî bikevin ber rêzika verêsê , anku “a”ya wan
jî bibe (ê) , wek :

          – Biraza : Ez
ji mala birazê têm

          – Xwarza : Ez
diçim mala xwarzê

Helbet durist e jî ku em , li gora benda yekê , nîşandeka
verêsa navên nêrzayên yekjimar (î) bi ser wan ve berdin , wek[3] :

          – Biraza : Ez
ji mala birazay ,[4] têm

          – Xwarza : Ez
diçim mala xwarzayî

Lê ji ber ku raweya “birazê , xwarzê”ji ya
“birazayî , xwarzayî”siviktir e , ev rawe pirtir bikar hatiye . Bi
kurtî , raweya navên (birazê) û ” xwarzê“ku  bi wateya kurrê bira û xwehê ne , verêsa ji
navên “biraza”û “xwarza”hatiye  .

bVerêsa
Navên Mêza  :


Navên mêzayên yekjimar bi zêdekirina nîşandeka (ê) dikevin
raweya verêsê . Anku ,(ê) digihêje navên mêzayên berverês , wek :

-Dar : Ez darê avdidim

-Gul : Rengê gulê sor e

Navên “biraza”û “xwarza”jî , eger bi
wateya keça bira û ya xwehlê bin , ew jî , wek wan her dû nav ên mînakên jor în
dikevin raweya verêsê :

– Biraza : Biraza + ê = biraza- y-ê = birazayê

– Xwarza : Xwarza+ê =xwarza-y-ê =xwarzayê

Diyar e ku bilêvkirina (birazayê , xwarzayê) hinekî giran e
.  Vêca ji ber ku dû tîpên dengdêr
“a+ê”di (biraza+ê , xwarza + ê) de giranîyekê didin zimên , tîpa(a)ji
wan her dû navan tê avêtin :

-Biraza + ê = biraz  . . . . = birazê

-Xwarza + ê = xwarz . . . . = xwarzê

Li vê gorê , raweya (birazê û xwarzê) dibe
verêsa navên mêzayên yekjimar ku ji navên rast û rût ,(biraza) û (xwarza) pêk
hatiye  .

Li dûmahiya mijarê , em dikarin , bi kurt , dûbare bikin , ku
raweya navên “birazê”û “xwarzê”verêsa her dû zayendên nêr û
mê ye , ji reseniya raweya rast û rût “biraza”û “xwarza”saz
bûye .

Zayenda vê raweya rast û rût “biraza , xwarza”bi
alîkariya veqetandekên palvedanê (ê ,a) bi hêsanî tê nasîn , wek :

          Biraza :
–  Birazayê min (kurrê birayê min)

          –  Birazaya min (keça birayê min)

Xwarza : – Xwarzayê min (kurrê xwîşka min)

           – Xwarzaya min (keça xwîşka min)

Li wê gorê navên (mîrza û şareza . .) jî tê gotin :

Mîrza : – Mîrzayê me (kurrê mîrê me)                           

– Mîrzaya me (keça mîrê me)

Şareza : – Şarezayê me 
(hevalê me yê şareza)[5]

           – Şarezaya me (hevala me ya şareza)

Lê di nav gel de (li gelek herêman) bi vî şêweyê sivikbûyî tê
bihîstin :

          –  Biraziyê minî Biraziya min

          – Xwraziyê
minî Xwarziya min

Têbînî :

 Me berî nuha jî gotibû
, eger tîpek ji binesaziya navê nêrzayê yekjimar dengdêra (a) yan (e) be , bi
şêweyekî ji van her dû şêweyan dikeve raweya verêsê :

1-  Tîpa (a) yan (e) ,
dibe (ê) , wek (Çiya , Pez) :

          – Ez pêz dibim
çiyê

2-  Nîşandeka verêsê
(î) digihêje dawiya navê berverês :

          –  Ez pezî dibim çiyayî  .

Lê ku yek ji van cînavên nîşandanê (vî ,wî) li pêş wan navan
bikar bê , hingê pêwîst e ku ew navên berverês wekî xwe bimînin , tenê
nîşandeka verêsê (î) bigihêje wan , wek:

          – Ez ê vî pezî
bibim wî çiyayî

          – Vî agirî ji
ber vî bayî bibin

          – Ez vî ardî
ji wî aşî tênim

Anku , ne durist e ku tîpên (a) û (e) di wan navan de ,bi
cînavên nîşandan re , bibin (ê) .

 

[1] – Xwar +
za : peyva “xwar” ji “xwaher” a ku nuha di Farisî de bikar
tê hatiye.

[2] – Li hin
herêmantîpa (e) jî dibe (ê), wek : ( pez, rez, : Ez ê pêz
bibim nêzî rêz) .

[3] – Ne durist e ku em her dûşêwazên verêsê bi hev re bixebitînin, wek :
(Aş : Ez çûm êşî).
Ya rast gerek bê gotin : Ez çûm (êş) yan jî (aşî).

 

[4]-Li hin herêman tîpa navbirra dengan “y”
nakeve navbera her dû dengdêran “a,î” wek (biraza -y-î),
li şûna wê dengdêra “a”
tê avêtin wek (biraz…î = birazî, xwarzî).

[5]– şarezayê
me : Zîrekê Ji şarê (bajarê )
me

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…