September 9, 2014

Hejmara 28an a
‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek
taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 28 an de, çend germiçank hene, weke:

Gotar, Quincik, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Çîrok û Helbest.

Di van germiçanka de, nivîs
û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê:

Dr. Sozdr
Mîdî: Gelê Me! Êzîdî Rihên Meyên
Kurdistanî yên Resen in Wergrandin ji Erebî: Birasoz

Gotar:

Can…

Ronî ELÎ

Dengê me ….

Her tifinga milên te ye

Sînga me ….

Ew ji xwîna dilê te ye

Hêza te ….

Ahenga vejîna me ye

Navê te ….

Sirûda jiyana me ye

Pêşmerge ….

Tu sînorê welatî

Pêşmerge ….

Tu sembola Feletî

Tu di lêvên zarokan de

Geşbîn û aynde ye

Di gerdenê Bûkan de

Hevjînê omîda ye

Her şax û newalên me

Ser milên te ava ne

Li çi sonda…

Deham Ebdulfettah



Zayend di Raweya ” Birazê”û
” Xwarzê”de …?!




Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje
“birazê”û “xwarzê”bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr
û mê bikar tên , bêyî ku çi nîşandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan .
Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û
zayenda bêjeyên…


Konê Reş Berî pêlekê mamoste Mehmet Tekçe hevpeyvînek bi min re, li dor çîroka nivîsandinê, ziman û edebiyata Kurdî pêk anî. Min jî, ji wê hevpeyvînê, ev pirs bijart û bersiva wê ji bo we belav dikim:
P. Ji kengî ve û ji bo çi dinivisînî?

B. Li gor min, nivîsandin
mereqe. Her divê mirovê nivîskar serwext û zana…