December 2021

Xizan Şîlan

ez
nexşa temenekî talanbûyî me
keftarên demê
li ser erdnîgariya xaka mesûm
cirîdan diavêjin
sînorên bedena westiyayî
xwîn vedirişin

salan kirasê xeman li rojên şad
pêçan
berbangên rûken bi axîn û nalînan
avis bûye
heyva nîvbiriqî
di îskeîska gewriya xwe de
fetisî
rengê kulîlkên baxê hezkirinê
çilmisî
zimanê pênûsê
di keserên helbesta birînkûr de
lal bû
kaniya hevokan li ser kaxizan
miçiqî
qayika xweşgotinan
serûbin bû
keskesora hinav xatir ji min xwast
li xweşsohbeta şevên…

Alan Hemo

Ev çi qelebalix û galgalên pûçin, vê şevê li dor serê min
Mane em li ser soza şeveke geş bûn
Perîcanê li dilê min miqate be
Keçê dilê min eynika te ye
Tê dunyayê tê re bibînî
Gotinên reş dil tomar dike

Arşîveke giran lê bar dike
Bela şevên geş pir bin
Her wê xwîna min biçirûse
Ma ne ji şevên geş ba
Wê…

Dr. Xelîl Omar

Qey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teşkên mêrikê nexweş. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li…

Bi helkeftina salvegera Roja ALA KURDISTANÎ li 17ê Çilleya Pêşîn , îro Yekşemî 19.12.2021 li Bajarê Münster – Almanya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya bi amadebûn û lêderê Sazê welid Suliyman beşdariya van Rêzdaran :
– Rêzdar Ehmad Sîno Sekreterê Partiya Demukrat a Kurdî li Sûrya ( Al Partî ).
– Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevên…

Lazgin dêrûnî

Ey felek ka
Bo me bêje
Ev qeder her
Ma li ser me

Ez nizanim
Ev çi derd e
Pişk û para
Me sexer ma
Yan ji ber
dijmin dibînin
Pirç û him
dilkê me nerm e
Yan dibe ku
Em nezan in
Tim li ser rûkê
me şerm e
Çendî em
serhişk û sirt in
Lê ji ber
xwîna me germ e
Ma heya carek
Bibînim
Rê…

EMEL HESEN

Ji têrîja raperînê
Herkîn cûbarên Xwînê
Pesara çiyayî şêrînê
Vejiya sorgul jînê
Simbola tekoşînê

Şanaze rûmeta jînê
Elende Ala hebûnê
Nîşana pêşveçûnê
Peyama serkeftnê
Sirûda serxwebûnê

Bi saya Qazî û Barzan
Neviyên Rostim ê Zal
Bilinde Ala Kurdistan
Nîşana Xak û niştîman
Di nav alayên cîhan

Ne Faris û ne Çerkes
Qed nikarîn bidin ser
Ey Ala û Ceng û Çeber
Ax û Welat û netew
Li te pîroz be…


Esmaeil Ibrahim

Weke çîyeme natewim
Didozê de roj biroj
Serî naxim bidar xistin
Jibo çandê dikim doz
Her tim dijim ser bilind
Çiqas limbê reş bahoz
Ra dixakê de kûr çûne
Sûnde min bişev û roj

Kurdim jican polatim
Şevê lixakê bikim roj
Cûdî û bêr û agirî
Jiberfa sipî bûne boz
Jikêşikê ez rabûm
Mi serî hilda ber biroj
Bikurdîtî…

Lokman Polat

Nasnameya helbestvaniya Ezîz Xemcivîn di romana wî de derdikeve pêş û em/xwendevan rastî vegotineke helbestî û herikbar tên.
……………………………………………………………….
Min digot qey birêz Ezîz Xemcivîn tenê şaîre/helbestvan e, lê paşê min bihîst ku ew roman jî dinivîse. Romana wî a bi nave Zêro di sala 2012an de li bajarê Hesekê/Rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsîn û di sala…

 
Nameya nivîskar Bêwara Mela Brahîm di bîrnanîna yobîla zîvîn ya koçadawû ya Mela Ehmedê Namî de.
Şînnameyek di baxê jibîkirinê de, ji Mela Ehmedê Namî re
Gelek caran li ser pira wefadariyê me guldestên rengerng avêtin rûbarên bîranîn û yadiyan.
Lê îro mîna perperîkên mest, me li ser bênderên gundê Tilşeîra Aşîta danîn û bi comerdî me lal,…

Mihemed Hesko (birasoz)

Destên bi qirêj
Kesên guhdirêj
Pîsin nola şêj
Bê ol û dozin
Bar û serbarin
Dûpişk û marin
Dostê neyarin
Bê sênc û sozin

Hevalin bi dev
Roj jî kirin şev
Qad berdan bi rev
Kerîyê kozin
Kewên regehan
Dizên rûgehan
Segên dergehan
Bi xwe nandozin
Warê kurdane
Cenga girane
Dizker têdane
Pîsên dilsozin
**********
Almanya, 09.12.2021