Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya Roja ALA KURDISTANÎ pîroz dike ..

Bi helkeftina salvegera Roja ALA KURDISTANÎ li 17ê Çilleya Pêşîn , îro Yekşemî 19.12.2021 li Bajarê Münster – Almanya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya bi amadebûn û lêderê Sazê welid Suliyman beşdariya van Rêzdaran :
– Rêzdar Ehmad Sîno Sekreterê Partiya Demukrat a Kurdî li Sûrya ( Al Partî ).
–  Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevên Kurd li Sûrya .
– Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya.
– Nûnerê Jûra Ronakbîr û Nîştîmanperwerên Kurd .
– Encûmena Jinên Kurd li Diyasporayê.
– Komela Hêlîn ya Kultûrî li Bajarê Essen .
– Koma Azadî li Münster.
– Komela Kultûrî ya Kurdî- Almanî li Reklinghausen.
– – Komela Hevaltî ya Dostayetîya Kurdî – Almanî li Bajarê Bottrop.
– Mamosta Fettah Tîmar Akademîk û Nivîskar.
– Komela Rewşenbîrî li Münster.
– Mamosta Abdulla Jindî Nivîskar û Şêwermendê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya .
– Kesayetiyên Kurdistanî li Bajarê Münster û derdorên wê.
– Ahengek bi serperiştiya Tîpa Mozîkî ya Honermend ê hêja Xêredîn Biro û Honermend Ferhad Şefîq û lêderê Sazê yê jêhatî Honermend Welîd Cemîl û lêderê Orgê Honermendê jêhatî Segvan Qasim û bi harîkariya Wênegirê jêhatî Honermend Silêman Ken‘o. Video Dost , hate li darxistin û têde Mamosta Fetteh Tîmar mijarek girîng li ser Qonaxên damezrandina Ala Kurdistanî Pêşkêşkir .
Bi navê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya pir ji Dil sipasiya tev Mêhvanên rêzdar dikin ji bo beşdarî û amadebuna wan di vê Ahengê de û daxwaziya serkeftinê ji wan re dikin .
Bijî Kurd û Kurdistan.

Federasyona  Komelên Kurdistanî li Almanya.
Kurdischer Rat in Deutschland e.V.
19.12.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…