Nameya nivîskar Bêwara Mela Brahîm di bîrnanîna yobîla zîvîn ya koçadawû ya Mela Ehmedê Namî de.Şînnameyek di baxê jibîkirinê de, ji Mela Ehmedê Namî re
Gelek caran li ser pira wefadariyê me guldestên rengerng avêtin rûbarên bîranîn û yadiyan.
Lê îro mîna perperîkên mest, me li ser bênderên gundê Tilşeîra Aşîta danîn û bi comerdî me lal, nêrgiz û nesrîn kirin himbêza xwe û vegeriyan goristana Qudûr Beg li bajarê Qamişlo, da em 25 mûman vêxînin bi helkeftina derbasbûna yûbîla zîvîn ya koçkirina Mela Ehmedê Namî.
Raste ev seredana me ji Melayê hêja Namî û şûnwarên wî re ne xuristî bû, lê ew bi hest, raman û bîrbaweriyên paqij û zelal bûn. Dema me dest bi vêxistina mûman kir. Daxwazname ji ser refikên razanê şiyar bû û rûpelên xwe li ber me vekir û kelogiriyeke melûl hêsirên ziwa barandin û got:
Sed rehmet li canê Mela Ehmedê Namî û hevalên wî be û buhuşt cî û warê wan be.
Bêwara Mela Brahîm – Qamişlo 2000.12.10
Helbesta Mela Ehmedê Namî –AZADÎ- bi dengê wî sala 1975an, di dema nexwşiya wî de.
https://www.youtube.com/watch?v=x68Gi8Vo1a4

Şîrove (0)