
Mihemed Hesko (birasoz)
Destên bi qirêj
Kesên guhdirêj
Pîsin nola şêj
Bê ol û dozin
Bar û serbarin
Dûpişk û marin
Dostê neyarin
Bê sênc û sozin
Roj jî kirin şev
Qad berdan bi rev
Kerîyê kozin
Kewên regehan
Dizên rûgehan
Segên dergehan
Bi xwe nandozin
Warê kurdane
Cenga girane
Dizker têdane
Pîsên dilsozin
**********
Almanya, 09.12.2021







Şîrove (0)