Melkemot

Dr. Xelîl Omar

Qey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê  herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teşkên mêrikê nexweş. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li ber pencerê reşê Melkemotê ko mirov wî carekê bi tenê di jiyana xwe de dibîne!..

Vêca wê çi xweliyê li serê xwe ke? Mêrikê malê xwe amadenekiriye ji bo dilovaniyê û tew binêt bû, ko berî mirinekê, lawikê xwe yê diwazde salî bizewicîne û herwisa xistibû bala xwe, ko biçe hecê, nexasim îsal mûsim berbixêr bû! Gellek tişt ji nişkê ve tên; lê ev mîrata han, ra lê nabe û mirov li ber, bê desthilane û Melkemot li tu pellan naxwîne! ..Ne wasîte li cem  heye û zewac tew ne di bala wî de ye, ( min dikarîbû keçeke xwe dabayê û devê wî ji ser xwe gerandiba!).
..Dimîne ko ez xwe bavêjimê, bê dîsan li rojnama xwe  meyzenake, belkî di navnîşanê de şaşbûbe, şevê çûnî min bi qulla guhê xwe bihîst ,çawa Ebaso li ser sicadê nifir li ruhê xwe dikir û dixwest  ko Xewyê  ruhê wî bistîne çimgî kaxezên hevcivîna wî li Elmaniya qebûl nebûn!
– Ez gorî, Xweda emrê te dirêjbike! Ka tê dîsan li rojnama xwe meyzeke?  Ez xulam, evaya ruh e ne sêniyek burxul e! Hemzo bi tirs û melûlî ji Melkemot  xwest û zîvirî ser kevaniya xwe û lê rabû: ma ruhê te wê bêstendin?! Rabe ser xwe ji çayekê, ji qehwakê ji mêvanê me re çêke?    Melkemotê bejinzirav, yê ko bejn lê tewya ye! ..Xwediyê naperûşkên mîna misasan û pirça `evorî û çavên berbijor aelaştî nexasim çavê ortê, yê sor bû ye û li hawakî dilîze dihêle ko mirov jê navqetandî bibe û ruhê xwe bi hesanî bispêrê.  – ..m..m. şaştiyeke heye! Tu li ku û mala bavê li ku! Ezê careke din bêm wî emanatê li cem te bistînim! Melkemot got û rûpelek ji rojnamê jêkir û xiste bêrika xwe.  Finikên bêvilê li Hemzo fireh bûn û bû helk-kelka wî û ji kêfan re destên xwe avêt hibriya Ferîda û di qirrikê de bada. Bihn li rebenê çikya û hustû lê xeliya û heger ne ji Melkemot ba, ewê Hemzo bi destên xwe ruhê wê stendiba.
– Min dizanîbû ko şaştiyeke heye, wilo nuqutîbû dilê min! Hemzo di gorrê de got û keserek rada û dîsan serê xwe danî.

××××××××÷÷÷÷÷÷÷××××××××÷÷÷÷÷

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…